'Em li hember rûxandin û talankirina xwezayê ne'
13:39
Ceren Karlidag/ JINHA
ÎZMÎR - Wekila CHP'ê ya Îzmirê Zeynep Altiok, diyar kir ku ew li dijî Santralên Elektirêkê yên Bayê (RES)ne ku, tê xwestin li Karaburunê ava bikin radiwestin û dê pirsgirêkê li meclîsê çareser bikin.
Li navçeya Karaburunê ya Îzmirê Fîrmaya Lodosê ji bo projeya Santrala Elektirîka Ba (RES) dê 166 dîrekên turbinê ava bikin. Fîrmaya Lodosê di çarçoveya projeyê de ji 166 dîrekan 47 dîrekên turbînê çikilandin û dest bi hilberîna elektrîkê kirin. Lê piştî gundiyên zozan û derdorparêzan serî li dadgehê dan û doz vekirin, dadgehê biryara rawestandinê girt. Lê di demên dawî de Fîrmaya Lodosê ji bo dest bi xebata RES'ê bikin dest bi îknaya welatiyan kirin. Her çend rayedarên Fîrmaya Lodosê dixwazin welatiyan îkna bikin jî welatiyên zozan bertek û nerazîbûnên xwe berdewam dikin. Li aliyê din Wekîla CHP'ê ya Îzmirê Zeynep Altioklar jî bertekên xwe anî ziman û diyar kir ku ji bo vê pirsgirêkê çareser bike dê mijarê bibe meclîsê. Zeynep, anî ziman ku ew dê li gel gundiyan li dijî talankirina xwezayê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Zeynep, anî ziman ku RES'ên li dijî pîvan û usulê tên avakirin dê xwezayê wêran bikin û sewalkariya li herêmê tune bike. Zeynep, da zanîn ku niha li dijî pîvan û usulê RES tê avakirin û ew ji bo vê pirsgirêkê çareser bikin dê mijarê bibin meclîsa Tirkiyeyê. Zeynep, destnîşan kir ku ew destûr nadin xweza wêran bibe û welatiyên herêmê zerar bibînin û dê li dijî vê projeyê têkoşîna xwe berdewam bikin. Zeynep, daxuyand ku dê li Artvîn, Îzmir û hemû bajarên ku xweza wêran dibe, li dijî wêrankirina xwezayê têbikoşin.
Piştî projeyê 80 sewal mirin
Welatiya bi navê Halîme Goçmen jî diyar kir ku tu zerara RES'an li welatiyan nabe û bi xêra vê projeyê ew bûne xwedî kar û bûne xwedî sîgorta.
Welatiya bi navê Nejla Arici jî anî ziman ku fîrmayê li herêmê dest bi xebatê kir xwarin û erzaq ji wan re birin, lê ew xwarin û erzaq naxwazin. Nejla, da zanîn ku piştî fîrmayê li herêmê dest bi projeyê kir 80 sewalên wan mirin. Ji ber vê yekê ew naxwazin bibin perçeyê vê kuştinê.
Nejla, da zanîn ku piştî piştî wan doz vekir şîrketê 15 milyon lira îhtarname ji wan re şand û wiha got: "Bi rûmeta me lîstin. Lê em dê heta dawî li pey doza xwe bin. Em bimirin jî em gavan paşve navêjin."
(mae/ch)