Yekitiya Star: Divê em pira biratiyê xurttir bikin
14:13
JINHA
QAMIŞLO- Reveberiya Yekitiya Star a Kantona Cizire komkujiya ku li Pirsûsê li hemberî ciwanên SGDF'ê pêk hatibu, şermezar kirin. Welide Boti ya di Reveberiya Yekitiya Star a Kantona Cizirê de ye diyar kir ku armanca van komkûjiyan têkbirina biratiya di nava gelan e û got: '' Divê em pira biratiyê xurttir bikin''
Rêxistina jina ya Rojava Yekitiya Star der barê komkujiya ciwanên ku di 20'ê Tîrmehê de ji bo piştgiriya ji nû ve avakirina Kobanê bikin hatin Pirsûsê û li vir rastî êrîşa bombeyî hatin daxuyanî dan. Daxuyanî ya li Kantona Cizirê li bajarê Qamişlo pêk hat de Reveberiya Yekitiya Star Welîde Botî axivî û diyar kir ku 300 ciwanên sosyalîst a ji bo armanca jiyanek hevpar a gelan hatin ba hev hedef hatin girtin û wiha axivî: '' Êrîşa ku hatiye kirin li hemû mirovahiyê hatiye kirin û êşa me hemûyan e. Armanac a van êrîşan têkbirina biratiya gelan e lê ew ê negihîjin armanca xwe. Divê hemû gel bi têkoşînek hevpar ber xwe bidin û pîra biratîyê xurttir bikin''
'Hemû kes kujeran nasdike'
Welîde da zanîn ku komkûjî tenê bi destê DAÎŞ'ê nehatiye kirin û Tirkiye jî hevkariya wan dike û wiha berdewam kir: '' Hemû kes kujeran nas dike. Ew kesên ku li ser sinor bi çeteyan re weneyan dikşînin tolhildana binketina Kobanê dixwazin bi vî awayî bigrin. Hemû tişt li ber çavên polîsan pêk tê û ew ji neditî ve tên''
'Sîyaseta Tirkiyê pir qirêj e'
Welîde destnîşan kir ku sîyaseta Tirkiyê ya qirêş a li ser Rojava dide meşandin êdî gihîştiye astek xeterebûyinê û wiha pê de çû: '' Ev komkûjî ji ber bêtehamûliya serkeftina şoreşa Rojava pêk hat lê bila bizanibin ku em tû carî serî natewînin. Êşa me hemûyan yek e û divê em xwedî li armanca ciwanan derbikevin ku em liyaqî wan bibin.''
(re-ra/ch)