'Pûçkirina DAIŞ û AKP'ê bi rêxistinbûyîneke xurt gengaz e''

14:49

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim diyar kir ku AKP û DAIŞ'ê xwestine bi komkujiya li Pirsûsê de pêşî li têkoşîna gelan bigire, lê belê wê nikaribin bi ser bikevin. Ayten got, "Divê em li dora felsefeya Rêberiyê û HDP'ê bicivin, bi biryardarî plan û bernameya xwe bixin meriyetê" û xwest, têkoşîn hîn bêhtir bi zanebûn û radîkal were mezinkirin.

Endama Koordînasyona KJK'ê Ayten Dêrsim, komkujiya li Pirsûsê ku di encamê de zêdeyî 30 ciwanên şoreşger jiyana xwe ji dest dan, nirxand.

Ayten Dêrsim wiha got, "Beriya her tiştî em ji malbat û xizmên ciwanên şoreşger û sosyalîst ên di vê komkujiyê de şehîd ketin re, ji tevahiya gelê me re sersaxiyê dixwazin. Ji hemû birîndaran re şîfa xêrê dixwazin. Weke jin, weke gel, weke ciwan me careke din ev dît, ku sîstema desthilatdariyê kengî xitimî, kengî qels bû, kengî qediya, serî li van êrîşên hov, van komkujiyan dide" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Me ev yek di pêvajoya hilbijartinê de jî dît, me ev yek li hemberî hewldanên gelê me yên birêxistinkirina vîn, ziman û çanda xwe de dît. Me ev yek di dema pêkhatina Şoreşa Rojava a destketiyeke gelekî mezin e, dît. Di şexsê AKP û Erdogan ên digotin 'Waye Kobanê dikeve' de dît. Armanca her komkujiyê qelskirina me, pasîfîzekirina me, dûrxistina me ji ruhê şoreşgeriyê ye."

'Mûzakere pêş nê Tirkiyê vegera deh Surîyê '

Ayten Dêrsim anî ziman ku tecrûbeya 40 salan a têkoşînê nîşan dide ku bi ti pêkanînên hov re gel nikarin bên bêdengkirin û got, "Her komkujiyê hîn bêhtir gel zane kir, her komkujiyê hîn bêhtir gel li hev civand, li pêşberî her komkujiyê gel bêhtir li hev kom bûn. Lewma komkujiya li Pirsûsê komkujiyek li hemberî gelê Kurd, sosyalîst, şoreşger û li hemberî tevahiya mirovahiyê ye. Bersiva em bivin vê komkujiyê divê bicih anîna wezîfeya avakirina Kobanê, bicihanîna wezîfeya xwedîderketina li Şoreşa Rojava, hevgirtina Şoreşa Rojava û Şoreşa Bakur, kombûna li dora felsefeya Rêbertî, îdeolojiya Rêbertî û projeya HDP'ê ya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, xwedeîderketina li HDP'ê û bi biryardarî bicihanîna bername û planên xwe bin."

Ayten axaftina xwe wiha domand: "AKP'ê û DAIŞ'ê dest dan hev. Rêberê me di vê mijarê de gelek hişyariyên cidî da. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe, wê hovîtiya DAIŞ'ê bi destê AKP'ê Tirkiyeyê bihejîne. Ji ber vê yekê, eger demokrasî neyê Tirkiyê, muzakere bi lez û bez destpê neke û ew maseya hatiye qulipandin ji nû ve neyê rakirin, wê Tirkiye ne bi Sûriyeyê, bi deh Sûriyeyan re rû bi rû bê."

Ayten destnîşan kir ku hemû gelan, ji bo gelên Rojhilata Navîn di hilbijartinan de helwesteke mezin nîşan dan, biryareke xurt dan, gel bi xurtî li hev civiyan û şiyara hilweşandina hikûmeta AKP'ê xistin meriyetê. Ayten da zanîn ku hemû tevgerên sosyalîst, pêşverû, şoreşger, demokrat, rewşenbîr û tevgerên li dijî sîstemê; tevgerên civakî yên sivîl û jin divê li hemberî desthilatdariyê bên cem hev ,bibin hêzek û got: '' Pûçkirina van komkujiyan, bi taybetî pûçkirina DAIŞ û AKP'ê bi rêxistinbûyîneke xurt gengaz e''

Ayten Dersîm di dawiya axaftina xwe de ev bang li gelan kir:

"Pêwîste hemû gelên me, jin û ciwan, ji bo pûçkirina van komkujiyan, bi hevgirtineke xurt ji bo avakirina Rojava, ji bo avakirina Kobanê, ji bo avakirin û demokratîkkirina Tirkiyê divê têkoşînê xurttir, zanetir û bêhtir bi rêxistinkirî bikin. Divê li her deverê dengê xwe bilind bikin. Me 32 ciwanên xwe ji dest dan. 32 şitlên xwe ji dest dan, 32 mejiyên xwe ji dest dan. Dilsoziya bi van 32'an re bi bilidkirina têkoşînê dibe. ''

(ch)