Qedexeya li ser Twîtterê rabû
14:59
Tîrmeh
22
/ 2015
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Biryara qedexekirina Twîtterê ya ji hêla 2'yemîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Rihayê ve hatibû wergirtin betal bû.
2'yemîn Dadgeriya Cezaya Sulhê ya Rihayê piştî teqîna Pirsûsê ku 32 kesan jiyana xwe ji dest da biryara qedexekirina weşandina dîmanan wergirt û xwest dîmenên li ser Twîtterê bên jêbirin. Piştî 4 seat li ser biryara qedexekirina Twîtterê derbas bû biryar betal bû. Ev 4 seat in ketina Twîtterê hatibû qedexekirin.
(ch)