Cenazeya Bûşra Mete nivê şevê hate veşartin

15:05

JINHA

STENBOL - ESP'ê ragihand ku darbesta Buşra Mete ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû, duh bi şev bi veşarî hatiye definkirin.

ESP'ê ragihand ku darbesta Buşra Mete ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dabû û anîbûn Stenbolê, ji ber zextên polêsan a li ser malbatê duh bi şev bi veşarî li Goristana Pendîkê hatiye definkirin.

Bûşra ya di zanîngeha Stenbolê de di beşa ragihandinê de dixwend li bendêbûn ku îro li Goristana Karacaahmet bihata definkirin.

(ch)