Ji bo rewşa Dr. Çagla agahî hate dayîn

15:16

JINHA

STENBOL - Doktor Çagla Seven a ku di komkujiya Pirsûsê de bi giranî birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Stenbolê. Rayedarên nexweşxaneyê der barê rewşa Dr. Çagla de agahî da û diyar kir ku Çagla hê jî di beşa lezgînî de tê dermankirin.

Piştî êrîşa xwekujî ya li Pirsûsê Doktor Çagla Seven jî bi giranî birîndar bû û li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Stenbolê tê dermankirin. Rayedarên nexweşxaneyê der barê rewşa Çagla de daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Hempîşeya me Dr. Çagla Seven di teqîna Pirsûsê de birîndar bû, li ser daxwaza malbatê piştî mudaxaleya ewilî ya li Nexweşxaneya Ozel Ursuyê pêk hat anîn nexweşxaneya me. Dr.Çagla li beşa lezgînî tê ragirtin. Hişê wê li serê wê ye, ji ber teqînê hundirê wê zirar dîtiye û hestiyên wê şikeştî ne. Dermankirina wê li beşa lezgînî berdewam dike."

(ch)