'Em ê şopdarê vê komkûjiyê bin'
15:38
JINHA
AMED - Endama Meclîsa Jiyanê ya Yenîşehîrê Ruken Unsal diyar kir ku hinek hêz bi êrîşên ji beriya hilbijartinê heya niha dixwazin baweriya gelê Tirkiyeyê ya bi aştiyê bişkînin.
Meclîsa Jinan a Şaredariya Yenîşehîrê bi daxuyaniyekê komkujiya Pirsûsê ya li dijî Federasyona Komelên Ciwanên Sosyalîst pêk hat û di encam de 32 ciwanan jiyana xwe ji dest dayî û zêdetirî 100 ciwan jî birîndar bûn şermezar kirin. Daxuyanî li ber avahiya Şaredariya Yenîşehîrê bi tevlî bûna Rêveberiyên Tûm-Bel Sen a şaxa Amedê, Vezîr Perîşan ê Serokê Sendîkaya Karê Şaredariyê ye, Rêveberên HDP û DBP'ê, Endamên Meclîsa Jinên Şaredariya YênîŞehrê û personel û Endamên meclîsa şaredariyê pêk hat. Kesên ku tevlî daxuyaniyê bûn qurdeleyên reş bi xwe ve kirin. Daxuyanî ji aliyê endama Meclîsa Jiyanê ya Yenîşehîrê Ruken Unsal ve hat xwendin.Rûken diyar kir ku ciwanan di vê havîna germ de ji bo avakirina jiyanek nû berê xwe dan Rihayê û armanca wan parvekirina êşa şerê Kobanê bû lê hatin astengkirin.''
'Dê baweriya gel bi aştiyê neşikê'
Rûken da zanîn ku li ser sinorê Pirsûsê hinceta lewaziya ewlehiyê baweriyê nade wan û wiha got: "Hinek hêz bi êrîşên ji beriya hilbijartinê heya niha, dixwazin baweriya gelê Tirkiyê bi aştiyê bişkînin lê divê zanibin ku tû carî baweriya gel dê bi aştiyê neşikê û berpirsyarên ku naxwazin dengê aştiyê yê dayikan bibihîzin ev komkujî pêk anîne."
Daxuyanî bi dirûşmên "Em ne di şînê de, di serhildanê de ne" û "Şehîd namirin" dawî bû.
(ch)