'Dewletên navnetewî hemberî komkujiyan bila bêdeng nemînin'
09:16
JINHA
TIL TEMIR- Endamên saziyên civaka sivîl ya bajare Til Temir komkujiya li Pirsûsê şermezar kirin û gotin 'Em xwîna wan şehidan li erdê nahêlin û heya dawiye ji bo azadî û biratiyê em ê têbikoşin.''
Li bajarê Til Temir bi pêşengtiya rêxistina Yekitiya Star ji bo şermezarkirina komkujiya Pirsûsê ya hemberî ciwanên sosyalîst a SGDF'ê pêk hat û di encama êrîşê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan kes birîndar bûn daxuyanî hate dayîn. Endamê Yekitiya Star Terfa Fewaz axivî û ani ziman ku ciwanên hatin qetilkirin bi armanca piştevaniya Kobanê û zarokan bikin bî rê ketin lê mixabin ji alî hêzên dûrî mirovahîne hatin qetilkirin û projeyên wan nîvçe ma. Terfa axaftina xwe wiha domand: Kesen ku ew teqin di nava ciwanan de çekir armanca wan avakirina xofa nava gel e. Lê kesên azadîxwaz û xwedî felsefeya aşitiyê be tû hêz nikare li hember armanca wan bisekine.''
'Ev êrîş li hemberî şoreşa Rojava pêk hatiye'
Terfa diyar kir ku serkeftina Rojava bi destê ciwanan pêk hatiye û bi saya ciwanan niha hatine vê merhaleyê û got: '' Ev êrîş li hemberî şoreşa Rojava ya 19'ê Tîrmehê pêk hatiye''
Rokistan Abdu ya endamê Tevgera Ziman û Perwerdehiyê ye der barê komkûjiya Pirsûsê de axivî û tevlî şermezarkirina komkûjiyê diyar kir ku kesên ji têkoşîna gelan a hevpar kete nava tirsê dest bi komkujiya kir û wiha axivî: '' Wek komkujiyên li Amed û Kobanê pêk hat diyar dike ku ê li Pirsûsê jî bi agahiya dewleta Tirk hatiye kirin. Divê dewletên navnetewî li hember van komkujiyan bêdeng nemînin û ji ronîkirina wan jî berpirsyar bin.'' Rokistan di dawiya axaftina xwe de ji bo malbatên kesên ku jiyana xwe ji dest dayî re sersaxî xwest û got: '' Dê hesabê van komkûjiyan were pirsîn''
(st-rb/ch)