Jinên Rojava navendên xweparastinê ava dikin
09:19
Jinda Azad /JINHA
TIL TEMIR- Jinen bajêra Til Temir piştî rizgarkirina bajêr bi awayeki aktif cihe xwe di nava saziyan de digrin. Ji wan saziya yek ji saziyên erka xweparastinê ye.
Piştî ku hêzên YPG/YPJ bajara Til Temir û gundê wî ji çeteyên DAIŞ'e rizgar kirin, şeniyen bajêr zivirîn ser axa xwe û ji nû ve kar û xebaten xwe bi rê ve dibin. Jinên bajêr jî di nava xebatên avakirina bajêr de cihê xwe digrin û tevlî saziyên xweparastinê di hemû saziyan de xebatên xwe didomînin. Li bajarê Til Temirê jinen Kurd, Ereb û Asuri ku bi hev re di xebatan de cîh digrin nîşaneya wekheviya gelan jî dikin.
' Em bi rûhê rêhevaltî dixebitin'
Yek ji endama erka xweparastine Gulan Şiyar der barê xebatên xwe de agahî da û diyar kirin ku heta niha 100 komên erka xweparastine ava kirine û got: ''Li vir çi karen ku dikeve ser milên me em dikin. Ji bo pêşketina erka xweparastine jî hin rêzikên me hene lewre kesen ku ji bo leşkeri tên, em pêşî li malbata wan dinêrin heger bavê wan şehid be ew naye qebulkirin. Disa heger di malê de ew kes tenê be dîsa nayê qebûlkirin. '' Gulan da zanîn ku navenda wan a parastinê ji 5 kesan pek te û ji wan 3 kes jî jin in. Gulan anî ziman ku her endam di navendê de di kar û xebatan de cîh digrin û got: '' Em bi rûhê rêhevaltî û bi awayek wekhev dixebitin.''
'Divê tû jin di malê de nerûne'
Gulan bal kişand ku navenda jinê bi rengeki girîng mîsyona xwe tîne cîh û bi vînek azad tevdigerin û axaftina xwe wiha domand: '' Dema ku jin hêza xwe nas bike û bi hêza xwe bawer be dikare xwe rexistin bike".
Gulan Şiyar di dawiye axaftine xwe de bang li hemu jinan kir û bal kişand girîngiya xebata jinê û wiha berdewam kir: ''Divê tû jin di malê de nerûne û di hemû saziyan de cihên xwe bigrin. Pêwiste ku jin xwedî li mafê xwe derbikevin û di nava civakê de xwedî rol û mîsyon bin. Lewre jina Kurd azadiya xwe bi dest nexîne tû carî nikare civakê jî azad bike".
(rb/ch)