Însiyatîfa Jina ya Hemberî Şer : Têkiliyên qirêj carek din derket holê

09:26

JINHA

ÎZMÎR- Jinan komkujiya li Pirsûsê ya hemberî ciwanên SGDF'ê pêk hat nîrxandin û anîn ziman ku têkiliya AKP û DAÎŞ'ê carek din hate eşkere kirin ku divê AKP hesap bide. Însaf Aktaş a li ser navê jinên HDP'ê axivî û diyar kir ku dema gihîştina hişmendiya zayenda jinê pêk bê pêşiya van komkujiyan jî dê were girtin û got: '' Hişmendiya mêran her tim li gor şer tevdigere.''

Ji bo ciwanên SGDF'ê ya bi şiara 'Me bi hev re parast, em ê bi hev re ava bikin' ber bi Kobanê ve bi rê ketin û li Pirsûsê di encama êrîşa teqemenî de hatin qetilkirin protesto mezin dibin.
Jinên endamên Însiyatîfa Jina ya Hemberî Şer êrîşa ku 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 100'i zêdetir kes birîndar bûn nirxandin. Jinan anîn ziman ku bi vê komkujiyê têkiliya AKP û DAİŞ'ê ya qirêj carek din derket holê û AKP bi ve komkujiyê xwest ku çavên hemû kesên ku alîkariya Şoreşa Rojava dikin bitirsîne

'Ji bo hesabpirsînê em ê li taxan bin'

Demet Dîlenç a endama Însiyatîfa Jina ya Hemberî Şer e anî ziman ku faîlê komkujiyê teqez dewlete û got: '' Dewlet ciwanên ku ji zarokan re pêlîstokan dibirin û ji bo avakirina bajarek xirabe diçûn alîkariyê qetilkirin. Dewlet û DAİŞ bi hev re êrîşek bi plansazî, bêbext û hovane pêk anî. Vê rastiyê hemû kes dizane û em tû carî vê komkujiyê ji bîr nakin. Em ê heta bûyer ronî bibe û hesap bê pirsîn li qadan biqîrin û têkoşîna xwe berdewam bikin.''

'Tirkiye DAÎŞ'ê li hember rêxistinên demokratîk bikar anî'

Berdevka Însiyatîfa Jina ya Hemberî Şer Maîle Ariç bilêv kir ku hemû rêxistinên sivîl a demokratîk piştgirî dan şoreşa Rojava lê ciwanên SGDF'ê di vê pêvajoyê de hê bi çalakbûne û axaftina xwe wiha domand: ''Bi vê komkujiyê xwestin ku peyamek bidin hemû ciwanên sosyalîst re û beşên sosyalîst a piştgirî didin Kobanê. Tirkiye DAÎŞ'ê li hember rêxistinên demokratîk bikar anî û bi vî awayî têkiliya êrîşa Amed û Pirsûsê teqez bû.

'Divê dewlet hesap bide'

Endama Komisyona Jinan a ÎHD'ê Melek Çetînkaya anî ziman ku komkujî bi plansaziyek hatiye amadekirin û ew ê ligel hestiyarî û refleksên civakê bin. Meral axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Dewlet divê hesabê vê komkujiyê bide. Em ê jî şopdarê vê dozê bin. Em pir xemgîn û bi hêrs in. Demek dirêje xetereyek berbiçav hebû. DAÎŞ li Tirkiyê xwe bi rêxistin kir, malên hûcre ava kir lê dewlet pêşiya vê negirt. .Em dizanin ku îstîhbarata Tirkiyê xurt e û heger bixwesta dikarîbû van bûyeran zelal bikira. Lawaziyek pir cidî li vir heye û em ê jî lêkolînên xwe bikin û der barê vê mijarê de rapor amade bikin.''

'Dixwazin pêşiya şoreşa Rojava bigrin'

Însaf Aktaş jî, ser navê jinên HDP'ê axivî û diyar kir ku komkujiya pêkhat hewldanek ji bo girtina pêşiya şoreşa Rojava ye û bi vî awayî ji derdora sosyalîstan re jî ev peyam hate dayin ku bila piştgiriyê nedin Rojava û Kurdan.

'Hişmendiya mêran her tim li gor şer tevdigere'

Însaf da zanîn ku divê hemû kes rabe ser piyan û pêşiya van komkujiyan bigirin û got: ''Ev peywira me teva ye. Çeteyên DAÎŞ'ê li her derê derdikeve hemberî me û divê hemû mirovahî li hember vê bibin yek. '' Însaf bal kişand ku dema gihîştina hişmendiya zayenda jinê pêk bê pêşiya van komkujiyan jî dê were girtin û got: '' Hişmendiya mêran her tim li gor şer tevdigere.''

(ch)