Jinên ciwan: Em ê têkoşîna hevalên xwe bidomînin

10:06

JINHA

WAN - Jinên ciwan ên Wanê diyar kirin ku komkujiya Pirsûsê dê wan ji piştevaniya Kobanê dûr nexîne û wiha axivîn: '' Em wek jinên ciwan dê Kobanê tenê nehêlin û têkoşîna hevalên xwe bidomînin.''

Bertekên jinan a hemberî komkûjiya Pirsûsê ya li hemberî ciwanên SGDF'ê pêk hatîbû berdewam dike. Jinên Wanê anîn ziman ku piştî komkujiyê daxuyaniyên hikûmetê ne ji dil bû û ew ên êdî li hember komkûjiyan ewlehiya xwe bigrin. Jina bi navê Şehrîban Ozûoral bi lêv kir ku bi qetlîama Pirsûsê mirovahî ketiye bin erdê û got: '' Piştî gotina Serokomar a ' em ê destûrê nedin dewletek li bakurê Surî ava bibe ' ev bûyer pêk hatiye û ev ne tesadûf e, hevkariya Tirkiyê ya di vê bûyerê de diyar e. Teqemeniyên li Edene, Mêrsîn, Amed û herî dawî li Pirsûsê pêk hat mînakên berbiçav in.'' Şehrîban diyar kir ku hedefgirtina ciwanên ku ji bo piştevaniya Kobanê bi rê ketibûn bizanebûne û herî dawî aciziya xwe ya gotinên netewperest a li ser medyaya komî belav bûye anî ziman.

'Ji bo gotina 'Rêxistina teror' 32 can divê were dayîn?'

Necla Yacan jî der barê komkujiyê de axivî û bilêv kir ku Tirkiye êdî bûye welatek komkujiyan û êdî ji ber qetlîamên tê jiyandin di nava fikaran de mane ku komkujî bidomin. Necla axaftina xwe de bal kişand bêdengiya rayedarên Tirkiyê ya hemberî bûyerên DAÎŞ'ê û wiha pê de çû: '' Ez daxuyaniyên Serokomar û yê Serokwezir ji dîl nabînim lewre DAÎŞ 2 sale li Kobanê komkujî pêk tîne û ew her tim bêdeng dimînin. Niha dibêjin ' Rêxistina teror.' Ji bo gotina 'Rêxistina teror' 32 can divê were dayîn? Ên bombe teqandin DAÎŞ bû lê Tirkiye jî qasî wan sucdar e.''

' Gel divê ewlehiya xwe bigre'

Aryen Duman jî da xuya kirin ku faîlên komkujiyê diyar e û axaftina xwe wiha domand: ''Serokomar û parlamenterên vî welatî heger bi gotinên xwe çeteyan biparêzin dê wan meşrû jî bikin. '' Aryen da zanîn ku êdî ewlehiya gel nemaye û divê gel ewlehiya xwe bigre. Aryen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ku dewlet heta niha li hemberî gelê Kurd çek bikaranîye ne lî hember DAÎŞ'ê û got: '' Bûyerên tên jiyandin pêwistiya xweparastina gel radixe berçavan û divê êdî bendewariya me ji dewletê tûne be.''

(ch)