Biryara darvekirina Asia ya 'heqareta olî' kiriye hate rakirin
12:25
JINHA
NAVENDA NUÇEYAN- Li Pakîstanê jina bi navê Asîa Bîbî ya bi îdîaya 'heqareta olî' kiriye dihat darizandin cezaya wê hate rakirin.
Li Pakistanê di meha Pûşperê 2009'an de jina bi navê Asîa Bîbî dema li ser zeviyan de dixebitî ji bo hevalên xwe av anî û bi gotina hevalên wê ya ava destê kesên Xrîstiyane ne paqij e, niqaş derket. Piştî ve nîqaşê derbarê Asîa de bi îdîaya 'heqaret olî' kiriye doz hate vekirin. Asîa li hemberî îdîaya derket o got nîqaşên hatiye kirin di navbera wan de bûyî . Lê li hemberî ve yekê dîsa dadgehê ji bo Asîa cezayê îdamê xwest. Dûh li Pakîstanê ji aliyê dadgeha herî bilind cezayê îdamê yê Asîa hate daxistin.
Her wiha hate diyar kirin ku hevserê Asîa û 4 keçên wê ji ber ku gef li wan tê kirin bi avayekî weşartî jiyana xwe didomînîn.
(pk/ch)