Cerdevanan jina ciwan revandin
12:34
JINHA
AMED - Dayîka jina bi navê L.K. (22) a ku hat îdîakirin li Pasurê ji aliyê 6 cerdevanan ve hat revandin Fahriye K., îdîa kir ku cerdevana dest, pî û devê wê û 2 zarokên wê girêdan û pişt re jî keça wê revandin.
Hate îdîakirin ku di 2'yê Tîrmehê de li Zozana Koçeka ya taxa Kayalisu ya navçeya Pasurê ya Amedê jina bi navê L.K. a ku sewal diçerandin ji aliyê 6 kesên tê gotin cerdevanin, bi zorê hat revandin. Malbata L.K. hovîtiya jiyandine wiha vegotin. Fahriye K., diyar kir ku keça wê bi zorê hat revandin û cerdevanan ew û zarokên wê darp kirine. Fahriye K. anî ziman ku keça wê L.K. ji aliyê 6 cerdevanên di destê wan de keç heyî ve hat revandin û wiha got: "Em li kon dirûniştin. Ji nişkava ve 6 kesên bi çek hatin. Cerdevanan ez û 2 zarokên min girtin û dest, pî û devê me girêda û keça min revandin."
'Ez hemûyan nasdikim'
Bavê L.K. Mehdîn K. jî diyar kir ku keça wî bi zorê hatiye revandin û li qereqolê serlêdana sûc kiriye. Mehdîn K. anî ziman ku çend roj şunda ji qereqolê li wî geriyan û gotin keça wî bi daxwaza xwe reviyaye û ji ber vê yêkê polîsan derbarê cerdevanan de tu tişt nekirin. Mehdîn K. da zanîn ku nasnameya keça wî li cem wî ye û wiha got: "Dema keça min hat revandin ez çûm Qereqola Uçevler a Mûşê min serlêdana sûc kir. Piştî çend rojan li min geriyan û gotin 'keça te li qereqolekî Farqînê îfade daye û bi daxwaza xwe reviyaye.' Ji bo keça min îfade bide divê nasnameya wê li cem wê be. Lê nasnameya keça min li cem min e. Kê li şuna wê îfade daye ez nizanim. Ez dê derbarê cerdevanan de li Serdozgeriya Komarê ya Mûşê serlêdana sûc bikim."
Fahriye K anî ziman ku keça wê nîşanî ye û cerdevanên keça wê revandine xizmên wan in û hemûyan nas dike. Fahriye K. ji bo keça wê bê dîtin serî li Şaxa ÎHD'ê ya Mûşê da û daxwaza alîkariyê kir.
(ch)