'Ji Roboskê heya Pirsûsê ez nabim leşkerê dewleta kujer'
13:18
JINHA
ŞIRNEX - Li Roboskê Komûna Aktîvîstên Aştiyê ji ber sala 4'emîn komkujiya Roboskê û ji ber komkujiya Pirsûsê bangawaziya redkirina leşkeriyê li her kesî kir. Cîwanê bi navê Nejdet Encu li ser bangawaziya Komûna Aktîvîstên Aşitiyê redkirina xwe ya wîjdanê aşkera kir û got ku ji Roboskê heya Pirsûsê ew nabe leşkere dewleta kujer.
Li gundê Roboskê ya navçeya Qilebana Şirnexê Komûna Aktîvîstên Aştiyê ji ber sala 4'emîn komkujiya Roboskê bangawaziya redkirina wijdanê li her kesî kir. Yannîs Vasîlîs Yaylali beriya dest bi axaftina xwe bike şehîdên komkujiya Pirsûsê bi bîr anî û got ku dê ji bo xeyalên wan bi cih bînin ew ê têbikoşin. Yannîs diyar kir ku berpirsyarê komkujiya Pirsûsê hikûmeta AKP'ê ye û wiha axivî: "Hikûmeta AKP'ê ji ber berjewendiya xwe hemû derfetên komarê ji çeteyên DAIŞ'ê re vekiriye. Di komkujiyên Pirsûsê, Amedê û Reyhanliyê û Roboskê destê Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî vekirî heye. Di encama alikariyên hikûmeta AKP'ê ya dide çeteyên DAIŞ'ê ev komkujiya Pirsûsê pêk hatiye. Li dijî ev komkujiyên li ser gel tên meşandin divê her kes reddê wijdanî ya neçûna leşkeriyê aşkera bike."
'Dive tu kes nebe leşkerê hikûmeta AKP'ê'
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu jî xwest ku hemû ciwan li dijî leşkeriyê redda wijdanî aşkera bike û wiha got: "Cîwanên naxwazin bibin perçeyekî vî şerî û cîwanên naxwazin birayên xwe bikuje dive mafên xwe yê redkirina wijdanê bikar bînin. Dive tu kes nebe leşkerê hikûmeta AKP'ê."
'Ji ber komkujiya Roboskê serdesteyek ji nehat darizandin'
Cîwanê bi navê Nejdet Encu li ser bangawaziya Komûna Aktîvîstên Aştiyê yê redda wijdanî aşkera kir. Nejdet bi gotina "Ji Roboskê heya Pirsûsê ez nabim leşkerê dewleta kujer" dest bi axaftina xwe kir û ev tişt anî ziman: "Ev 4 sal in di ser komkujiya Roboskê de derbas dibe lê heya îro berpirasyarên komkujiyê nehatiye darizandin. Bi salan e em ji bo edaletê têdikoşîn lê tu encam me bi dest nexist. Her wiha dema mirov Reyhanliyê, Amedê û Pirsûsê dinêre dibîne ku edalet pêk nehatiye."
'Ji Roboskê heya Pirsûsê ez leşkeriya dewleta kujer nakim'
Nejdet bilêv kir ku bi salane êrîşî Roboskî dike êrîşê welatiyên komkujiya Pirsûsê şermezar dikin û wiha axivî: "Dewleta kujer hesabê tu komkujiyan nedaye û heya îro ji tu kujer nehatiye darizandin. Em baş dizanîn ku amedekariyên hemû komkujiyan Komara Tirkiyê ye. Ev dewleta komkujiyê li ser me pêk tîne çawa daxwaza çûna leşkeriyê ji me dike. Ez ji Roboskê heya Pirsûsê bi tu awayî leşkeriya vê dewleta kujer nakim û redkirina xwe ya wijdanî ji raya giştî re aşkera dikim."
(ch)