Bloka Aşitiyê bangawaziya ' Meşa Mezin a Aşitiyê ' kirin

14:35

JINHA

STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu di daxuyaniya Bloka Aşitiyê ya der barê ' Meşa Mezin a Aşitiyê ' de hate dayin axivî û got: '' Em dizanin ku hemû Tirkiye giraniya komkujiyê dijîn lê em ji bo aşitiyê bi israrin û bang li hemû kesên ku hêviya cîhanek demokratîk û azad dikin ku roja Yekşemê tevlî meşa Bloka Aşitiyê bibin''

Bloka Aşitiyê ji bo bangawaziya ' Meşa Mezin a Aşitiyê' ya roja 26'ê Tîrmehê seat di 16.00'an de ji ber avahiya TRT'ê ya Tepebaşi heta Aksarayê bikin daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyaniya li Odeya Endazyarên Makînê pêk hat Parlamenterên HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu, Sezaî Temellî, Garo Paylan. Endamê rêveberiya HDK'ê Şamîl Altan û nûnerên saziyên civaka sîvîl tevlî bûn. Di eywana civînê de pankarta ' AKP şer dixwaze, em ê aşitiyê ava bikin' hate daliqandin. Axaftina vekirina civînê Sekretera giştî ya Odeya Tabîbên Stenbolê Dr. Samet Mengûç axivî û diyar kir ku armanca Bloka Aşitiyê ji bo bilindkirina dengê aşitiyê ye.

'Giraniya komkujiyê hemû Tirkiyê dijî'

Alîkarê Seroka Giştî ya ÎHD'ê Meral Çildir bangawaziya meşa aşitiyê li hemû kesan kir û piştre ser navê Bloka Aşitiyê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglu axivî û destnîşan kir ku êrîşa li hemberî ciwanên SGDF'ê pêk hat pir bi xof bû û wiha berdewam kir: '' Em dizanin ku hemû Tirkiye giraniya vê komkujiyê dijîn lê em bawerin ku aşitî dê bi destê me pêk were. Ew ciwanên ku bi xeyalên herî pak bi rê ketibûn duh mixabin cenazeyên wan li çar aliyê Tirkiyê belav bû.''

'Li hember DAÎŞ'ê divê seknek zelal diyar bibe'

Fîlîz da zanîn ku li Tirkiyê tû carî kes xwe ji bûyeran berpirsyar nabîne û çanda îstîfa kirinê tûneye û bang li welatiyan kir ku ji bo li hemberî DAÎŞ'ê seknek zelal diyar bibe piştgiriya Bloka Aşitiyê bikin. Fîlîz da xuya kirin ku wê tû carî destûrê nedin şerekî li ser sinorên Surî û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Em ji bo aşitiyê bi israrin û bang li hemû kesên ku hêviya cîhanek demokratîk û azad dikin ku roja Yekşemê tevlî meşa Bloka Aşitiyê bibin''

(ch)