Yekitiya Ciwanên Şoreşger : Em ê di riya ciwanên sosyalîst de bimeşin

15:41

JINHA

QAMIŞLO: Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek ji bo şermezarkirina komkujiya li Pîrsûsê pêk hat da û diyar kirin ku ew ê li ser riya ciwanên sosyalîst de bimeşin

Yekitiya Ciwanên Şoreşger a Rojavayê Kurdistanê li bajarê Qamişlo ji bo şermezarkirina komkujiya Pirsûsê ya li hember ciwanên sosyalîst ên SGDF'ê pêk hat û di encama qetlîamê de 32 kesan jiyana xwe ji dest dan û 100 kes jî birîndar bûn daxuyanî dan. Ciwanên şoreşger diyar kirin ku ew ê li ser riya ciwanên sosyalîst de bimeşin û ew ê dest bi pêngava pêkanîna pirojeya ku ciwanên sosyalîst dixwestin ji bo zarokên Kobanê pêk bînin bidin meşandin. Ciwanan da xuya kirin ku ew ê di vê pêngavê de pere û lîstokan kom bikin û ji zarokên Kobanê re bişînin.

Ciwanên şoreşger di daxuyaniyê de bang li tevahî ciwanên Rojava jî kirin ku tevlî vê pêngavê bibin, xebat û têkoşîna azadiyê bilind bikin û wiha hate gotin: '' Ciwanên Rojava bila tevlî refên YPG û YPJ'ê bibin û li dijî DAÎŞ'ê û hevkarê wê dewleta Tirkiyê şer bikin''

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû.

(gd-sh/ch)