Prz. Ebrû Gûnay: Pergala Îmrali divê were rakirin

09:45

Oykû Dîlara Keskîn/ JINHA

STENBOL - Astengkirina hevdîtina parêzer û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ket sala 5'an. Parêzera Bûroya Hiqûqe ya Esrê Ebrû Gûnay wiha axivî: ''Em hevdîtinan pêk bînin jî tecrît ranabe. Pergala Îmralîyê divê êdî were rakirin û mûwekîlê me serbest were berdan.''

Parêzeran ji 27 Tirmeh 2011'an heta niha 409 caran ji bo hevdîtinê bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re pêk bînin serlêdan kirine lê hemû daxwazên wan bi hincetên 'koster xirabeye' an ' tamîrata keştiyê heye' hate taloqkirin. Astengkirina hevdîtina parêzeran re mijarek dij hiqûqîye lê tecrîda parêzeran ku li hemberî Abdullah Ocalan pêk tê 4 salan derbas kiriye. Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo balê bikşînin ser vê tecrîdê di sala 5'emîn de di 27'ê Tîrmehê de wê biçin Gemlikê. Parêzera Bûroya Hiqûqe ya Esrê Ebrû Gûnay tecrîda heyî û çalakiya dê li Gemlikê pêk were nîrxand û got: '' Li cîhanê li tû deverê mînakek bi vî awayî tûne. Tecrîda heyî dij hiqûqî ye, lewre hevdîtina parêzer û mûwekîlan tû caran divê neyê astenkirin.

'16 sale tecrîd heye'

Ebrû diyar kir ku Tirkiyê wek tecrîda niha berdewam dike bi kêfî nêzî Îmralî dibe û 16 sale jî ev kêyfîyet bênavber didome. Ebrû axaftina xwe de da zanîn ku tecrîd demek tê sistkirin, demek jî hişk tê girtin lê 16 sale tecrîd heye. Ebru der barê nûkirina serlêdana xwe ya 27'ê Tirmehê de jî axivî û wiha pê de çû: ''Hemû serlêdanên me bi hincetên wek 'koster xirabeye' an ' tamîrata keştiyê heye' hate astengkirin. Heger bi vî awayî berdewam bike em jî nizanin dê çawa bibe. Hêviya me bidawî kirina vê bêhiqûqî ye.''

'Pergala Îmrali divê were rakirin'

Ebrû da xuya kirin ku malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 10 mehe nikare hevdîtinê pêk bîne û bi heman awayî heyeta HDP'ê jî ji 5'ê Avrêlê heta hevdîtin nekiriye û got: '' Girava Îmralî bi tena serê xwe cihekî tecrîdê ye. Ji ber vê jî divê pergala Îmralî were rakirin.''

'Girtîgeha giravê bi tecrîdê xwe ava dike'

Ebru axaftina xwe wiha domand: '' Rakirina tecrîdê bi azadbûyina mûwekîlê me gengaz e. lewre girtîgeha giravê bi tecrîdê xwe ava dike, mantalîteya wî ev e, ji her tiştî û ji her kesî dûr xistine.''Ebrû destnîşan kir ku ew wek hiqûqnasan tecrîdê napejirînin û wiha dawî da axaftina xwe: '' Divê hemû hiqûqnasên xwe demokrat dibîne li hemberî pergala Îmrali bisekine lewre li vir pêkaneyên dijhiqûqî tê jiyandin.''

(ch)