Ji bo meclîs bi lezgînî têkeve nava tevgerê daxwazên jinan kom dikin
09:48
JINHA
ÎZMÎR - Li Îzmirê Jinên Malî yên Gel, ji bo partiyên siyasî yên di pêvajoya hilbijartinê de sozên dabûn jinan pêk bînin ketin nava liv û tevgerê. Jin ji bo li daxwazên jinan guhdar bikin, mal bi mal digerin û armanca dikin ku bêyî ku hikûmet bê avakirin meclîs bi lezgîn gavên çareseriyê bavêje.
Li aliyekî niqaşên koalîsyona hikûmeta serdema 25'emîn berdewam dike, li aliyê din jî jin ji bo hikûmet bi lezgîn bê avakirin û sozên ku dane jinan pêk bînin ketin nava liv û tevgerê. Berî hilbijartinê partiyên siyasî ji bo daxwazên jinan ên siyasî, çandî, civakî û aborî pêk bînin soz dabûn jinan. Lê partiyan heta niha ne hikûmet avakirine û ne jî sozên ku dabûn jinan pêk anîne. Jinên Malî yên Gel, ji bo hikûmet bi lezgîn bê avakirin û soz têkevin meriyetê dest bi komkiririna daxwazên jinan kirin. Jinên Malî yên Gel mal bi mal digerin û li daxwazên jinan guhdar dikin. Li ser navê Jinên Malî yên Gel Gîzem Coşkun anî ziman ku wekî jin dixwazin berî her tiştî 8 xalên sereke li meclîsê bên çareserkirin û wiha got: "Niha em mal bi mal digerin. Em dixwazin hemû jinên ku dengê xwe dane AKP'ê û partiyên din, zorê li partiyan bikin ku sozên di hilbijartinê de dabûn pêk bînin. Em ji jinan dixwazin ku zorê li partiyan bikin da ku daxwazên jinan pêk bê. Em ji mirovan dixwazin ku nebêjin 'Em çûn ser sindoqê û karê me xelas bû. Em dixwazin ku jin bi şopa mafê xwe û doza xwe bikeve.
Gavên hikûmet davêje formalîte ye
Gîzem, helwesta hikûmeta AKP'ê jî rexne kir û diyar kir ku hikûmeta AKP'ê û Wezareta Polîtîkayên Çand û Civakê gavên formalîte davêje û di esasê xwe de her tişt pûç e. Gîzem, destnîşan kir ku di polîtîkayên hikûmetê û wezaretê de jin û feminist tune û dixwazin hemû jinan li dervê xetê bihêlin.
'Em dê daxwazên jinê bibin meclîsê'
Gîzem bilêv kir ku ji bo daxwazên jinê bînin rojevê û avakirina hikûmetê bi lez bikin dest bi kampanyayê kirine û wiha berdewam kir: "Em dibînin ku dixwazin şer geş bikin. Jin tên kuştin. Ne pêwiste teqez hikûmet bê avakirin. Hikûmet neyê avakirin jî gelek gavên lezgîn bên avêtin hene. Yek ji van gavên bên avêtin daxwazên jinan in. Partiyên siyasî ku soz dan jinan, bêyî hikûmetê ava bikin jî dikarin van daxwazên jinan pêk bînin. Ji bo vê yekê em dê li qadan startan vekin. Em dê li daxwazên jinan guhdar bikin. Em dê mal bi mal bigerin û xwe bigînin hemû jinan. Em dê li hemû kolan û taxan li hemû deriyan bidin û daxwazên hemû inan kom bikin.
Jina bi navê Pelîn Ogus jî anî ziman ku 8 daxwazên wan ên ji bo çareseriyê hene û wiha got: "Divê ji nûve wezareta jinê bê avakirin. Divê jin bi malbatê neyê pênasekirin. Divê ji bo jinan zagonên taybet bên amadekirin. Dixwazin jinan di nava malê de hepis bikin. Zayendiya mêr diparêzin. Niha li hemberî me Navenda Şopandin û Astengkirina Koza ya Îzmirê (ŞONÎM) heye. Lê dema em li naveroka wê dinerin pir xerab e. Ev Navend rê li pêşiya tundiya jinê vedike û dîsa jinê di malê de heps dike. Dixwaze têkoşîna jinê ya li hemberî jinê bişkîne. Em dixwazin daxwazên jinan ji devê wan guhdar bikin û bibin bersîv."
8 daxwazên Jinên Malî yên Gel ku bi lezgîn ji meclîsê dixwazin wiha ne:
*Dewlet nikare jinê biparêze. Jin ji aliyê mêrê herî nêzîk ve rastî tundiyê û kuştinê tên. Ji ber vê yekê divê zagon ji nûve bên rastkirin. Divê tundiya li ser jinê wekî îhlala mafên mirovan bê qebûlkirin. Dema jin rastî tundiyê hatin, divê daxuyaniya jinê esas bê girtin.
*Dema jin zewicîn jî divê karibin paşnavê xwe biparêzin. Ji bo vê yekê divê zagona medenî bê guhertin.
*Divê jin wekî jina malê neyê pênasekirin. Li şûna Wezareta polîtîkayên civakî, divê Wezareta Jinê bê avakirin.
*Şertê ewil û teqez divê berî her tiştî ewlehiya jinê bê girtin.
*Divê jiyana civakî li gorî wekheviya mêr û jinê ji nûve bê sazkirin.
*Divê Meclîsa Tirkiyeyê bi lezgîn li hev kom bibe û tundiya li ser jinê asteng bike.
*Divê polîtîkayên kujertiyê û polîtîkayên sorkirinê bi lezgîn rabin û ji nava civakê bên dûrxistin.
*Divê 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bibe roja betlanê.
(mh/mae/ch)