Mulkîye Bîrtane: Parastina rewa ferz e
10:10
Sarya Gozuoglu/JINHA
AMED - Piştî qetlîama Pirsûsê parastina rewa dîsa kete rojevê. Endama Dîwana Hevserokatiyê a KCD'ê Mulkîye Bîrtane anî ziman ku dive gel û sazi hişyar bin. Gel di daxuyaniyan de,meş û çalakiyên giştî de û jiyana rojane de divê parastina xwe bigre. Em dikarin van erîşan bi vî awayî vala derbixînin.
Piştî qetlîmên Amed û Pirsûsê ya li hemberî mirovên sîvîl pêşnîyara parastina rewa ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîsa kete rojevê. Parastina rewa di serî de ji aliyê jin,ciwan û hemû civakê tê pejirandin. Bi sedan polîs ji bo daxuyaniyên muxalîfan bi çek tên peywirdarkirin lê belê qetlîma di Navenda Çandê ya Amara li Pirsûsê pêk hat tenê yek polîs jî tunebu. Ev yek jî nîşaneya lawaziya ewlehiyê nîşan dide. Pîştî qetlîama 32 ciwanan gel êdî naxwaze parastina xwe bide destê hin kesên din.
'Parastina gel nayê kirin'
Endama Dîwana Hevserokati a KCD'ê Mulkîye Bîrtane piştî qetlîama Pirsûsê bûyerên hatine qewimîn nirxandin. Mulkiye da zanîn ku "Ev ne erîşa ewil ne jî erîşa dawî ye.Mirov dikare ve yekê pevajoya li Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî jiyan dike bibîne. Ji ber ve yekê jî gelek partî û saziyên sivîl daxuyaniyên ji bo parastina rewa ya dan. Parastina rewa ji ber ku dewlet û AKP'ê tu caran parastina gel nekiriye pir girîng e. Dewlet ji alî parastinê de binpê bû. Ji ber ve yekê jî tenê gazinca dike.
'Mînaka Rojava girîng e '
Serkeftina Şoreşa Rojava ji parastina rewa tê û divê mînak were girtin Mulkiye wiha berdewam kir: "Bangawaziya HDP'ê ya ku 'Bila gel û sazî parastina xwe saz bikin ' em bi cîh de dibînîn. Dewlet li ser navê hukûmetê dibêje ewlehiya gel di destê me de ye, lê parastina gel nake. Ji ber vê yekê divê gel,jin,zarok hemû kes parastina xwe pêk bîne. Mînaka ve yekê li Rojava di şexsê hemû gelan de berbiçav bûye. Gel dema parastina xwe bike wê bi ser bikeve.
'Gel divê hişyar be'
Mulkiye diyar kir ku "Parastina rewa mafê rewa ye. Ev yek ji aliyê kesan ve bi avayekî zanebûn tê berovajîkirin. Rêxistina gel ya ji bo parastina rewa divê bê kirin. Divê gel û sazî hişyar bin. Di daxûyaniyan de,meş û çalakiyên girseyî de û her wiha jiyana rojane de divê gel parastina xwe bike.
(pk/ch)