Navê jina ji hêla polîsan ve hat qetilkirin aşkera bû

11:28

JINHA

STENBOL- Buroya Hiqûqê ya Gel ragihand ku jina ku di operasyona Bagcilarê de ji hêla polîsan ve hatiye qetilkirin muwekîla wan Gunay Ozarslan e.

Polîsên Stenbolê di seatên serê sibê de li 140 noqteyên 26 navçeyên Stenbolê operasyon dan destpêkirin û li mala kuçeya Bulbulê ya taxa Yenîmahaleya Bagcilara Stenbolê jinek qetil kirin. Buroya Hiqûqê ya Gel der barê jina ku hat qetilkirin de li ser twîtterê agahî da. Buroya Hiqûqê ragihand ku jina ku hatiye qetilkirin muwekîla wan a bi navê Gunay Ozarslan e.

(pk)