Ji bo vekirina abideya Sakîne Cansiz bangawazî

11:29

Şehrîban Aslan/JINHA

AMED - Ji bo bîranîna pêşengê PKK'ê Sakîne Cansiz a di komkûjiya Parîsê de jiyana xwe ji dest dabû li Dêrsîmê di 1'ê Tebaxê de vekirina abîdeya wê bê kirin. Der barê mijarê de Pêro Dûndar axivî û got "Sakîne Cansiz ji bo me dîrok e.''

Ji bo bîranîna pêşengê PKK'ê Sakîne Cansiz a di komkûjiya Parîsê de tevî Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez di 9 Çîle 2013'an de jiyana xwe ji dest da li Dêrsîmê abîdeya wê hat çêkirin. Abîdeya ku bi pêşengtiya Kongreya Jînên Azad (KJA) û bi keda jinan a hevpar hate çêkirin dê di 1'ê Tebaxê de were vekirin. Ji bo vekirinê li bendê ne ku ji alî Tirkiyê û Kurdîstanê bi hezaran jin tevlî bibin. Di vekirina abîdeyê de pêşangeha weneyên têkoşîna Sakîne Cansiz vedibêje û xwendina helbestan dê were kirin.

'Helbestên ku Sakine nivisandine dê were xwendin'

Endama KJA'yê Pêro Dûndar da zanîn ku "Ji bo bîranîna Sakîne Cansiz jin dê 1'ê Tebaxê li Dersîmê bin. Li Amedê otobûs li ber Navenda DBP'ê wê rabin. Berî ku Abîdeya Sakîne Cansiz vebibe li gorî kevneşopiyên malbata wê yên xwarinê bidin mêvana. Êvarê seat 17.00'ê jî bernama vekirinê dê dest pê bike. Di vekirina abîdeyê de pêşangeha weneyên têkoşîna Sakîne Cansiz vedibêje û xwendina helbestan dê were kirin. Herî dawî jî hunermend Ayfer Duztaş ji bo Sakîne Cansiz yê stranê xwe bibêje.

'Divê gelê Dersîmê tevlibuneke xurt çêbike'

Pêro got ku "Sakîne Cansiz ji bo jina dîrokek e, divê em jî li gorî navê wê û tekoşîna wê vekirinekî bikin. Sakîne Cansiz mirov nikare tenê rojekî bibîr bîne. Dive em her roj û wê têxin rojeva xwe û jiyana xwe. Pêro ji bo tevlîbûna jina ya vekirina abîdeyê bangawazî kir û got " Di serî de Amed,Êlîh û Mardîn hemû bajar tevlibûneke xurt divê çêbikin. Xwedî derketina Sakîne xwedî derketina hemû jina ne.''

(pk/ch)