YPJ-Şengal: Em ê li vir bin û li vir serbikevin
12:16
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Akademiya Şehîd Berxwedan dewreya yekemîn a şervanên Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku ji 21 kesan pêk dihat, bi dawî bû. Fermandara YPJ-Şengalê Raperîn Engîzek di merasîmê de axivî got: "Her hevalê di Akademiya Şehîd Berxwedan de mezÛn dibe, divê weke wî wêrek be û bersiva komkûjiyan bide."
Çeteyên DAIŞ'ê 3'ê Tebaxa 2014'an êrişî Şengal û navçeyên din ên Êzdiyan kirin, bi hezaran kes kuştin û hê jî bi hezaran keç û jinên Êzidî di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne. Ji bo carek din Êzdî rastî komkûjiyek bi vî awayî neyên, xwe birêxistin dikin. Duh 21 şervanên nû ji Akademiya Şehîd Berxwedan mezûn bûn. Fermandarên YBŞ, YPJ-Şengal û HPG'ê jî beşdarî merasîmê bûn.
Dijmin dibê 'Êzidî li ber xwe nadin'
Fermandara YPJ-Şengalê Raperîn Engîzek di merasîma mezûnbûna şervanan de axivî û wiha got: "DAIŞ û dewletên piştgiriya wan dikin, difikirîn gelê me weke berê li berxwe nadin, bê hêz û bê îrade ne. Lê wekî hêvîdikin çênebû. Ji ber vê yekê em dikarin bêjin ev komkûjî negihişt armanca xwe. Êdî gelê me wê di pêşengtiya YBŞ û YPJ-Şengalê de xwe biparêze û parastina xwe ya rewa bike."
'Em ê li vir bin, li vir bimînin û li vir serbikevin'
Fermandara YPJ-Şengalê Raperîn Engîzek destnîşan kir ku berxwedana Şengalê bi felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêkhatiye û wiha axivî: "Heta niha gelek ferman hatin ser gelê me. Her wiha her hevalek ev dewreya perwerdeyê qedand, divê xwe bikin pispor, xwe di warê leşkerî û bîrdozî de pêşbixin û wekî Şehîd Berxwedan şerek bi îrade û bi hêz nîşan bidin. Di vê dewreyê de we heta astek baş perwerde dît. Ji bo vê yekê tiştên bikeve ser milên we, divê hun derbasî pratîkê bikin. Ez bawer dikim ku hûn ê perwerdeya dîtî, di pratîkê de jî bînin cih. Êdî gelê me yê Şengalê, wê bi şervanên azadiyê re li ser azadiyê biaxivin û bidin jiyan kirin."
Raperîn Engîzek di dawiya axaftinên got: "Azadî û Şengal ne li Ewrûpa ne. Em jî ne hêzek mêvan an jî cîran in. Em li vir in, em ê li vir bimînin û li vir serbikevin. Parastina xaka pîroz a Şengalê ji çeteyên DAIŞ'ê û rizgar kirina Şengalê, rewşekî wijdaniye. Em bang li her kesê dikin ku beşdarî pêngava rizgarkirina Şengalê bibin."
'Êzidî divê hêza xwe ya parastinê ava bike'
Şervanê YBŞ'ê Dîndar Avesta ku dewreya Akademiya Şehîd Berxwedan qedandî, piştî merasîmê ji RojNewsê re axivî û wiha got: "Me di warê îdeolojî û leşkerî de perwerde dît. Ji bo min erkek pîroze min li Akademiya Şehîd Berxwedan perwerde dîtiye û mezûn bûme."
Dindar Avesta destnîşan kir ku bi sedsalane Êzdî rastî komkûjiyan tên û axaftina xwe wiha domand: "Êdî Êzidî wê xwe birêxistin bikin û hêzên xwe yên parastina rewa ava bikin. Êdî kes nikare înkar bike û bêje Şengal ne cihekî dîrokî ye. Ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikim ku bên tevlî pêngava rizgar kirina Şengalê bibin."
Piştî merasîmê, şervanên dewrê qedandine soz dan û tevlî YBŞ'ê bûn. Piştî merasîma sondxwarinê jî, şahiyek hat lidarxistin. Şahî bi govend û sikêcan bi dawî bû.
(ch)