Jinên Elewî : Dîroka Tirkiyê dîroka komkujiyan e

12:29

JINHA

ÎZMÎR - Jinên Elewî anî ziman ku qetlîama Pirsûsê di dîroka Tirkiyê de berdevama erîşên tarî ne. Jinên Elewî qetlîamên wek li Gûmgûm,Çorum,Sêwas û Roboskî hatiye jiyandin bi bîr xistin ku gotin: '' Faîlên van komkujiyan bihata dîtin îro ew şitilên şoreşger jî nedihatin qetilkirin.''

Piştî ku qetlîma li hember ciwanên SGDF'ê ya bi slogana "Me bi hev re parast em ê bi hev re ava bikin " li Pirsûsê rastî erîşa bombe hatin şîn û berxwedana gel jî didome. Jinên Elewî bibîrxistin ku ji ber faîlên qetlîamên salên derbasbûyî nehat dîtin û hesap nehat pirsîn qetlîamên nû pêk tên. Jinên Elewî " Faîlên Gûmgûmê, Çorumê, Sêwas û Roboskiyê bihata dîtin îro ev şitilên şoreşger jî nedihatin qetilkirin.''

'Dîroka Tirkiyê dîroka komkujiyan e'

Hatîce Kaya da zanin ku Elewî jî di salên borî de li Gûmgûmê bi heman awayî hatin qetilkirin. Dîroka Tirkiyê dîroka komkujiyan e. Heger ev qetlîamên hatin jiyandin bihatana ronîkirin ev zarokên me jî nedihatin qetilkirin. Em ji ber bûyerên tê jiyandin gelekî xemgin in. Zarokên me tên kuştin. Dive demildest ev qetlîam werin sekinandin. Edî bila dayîk negrîn,ciwanên me neyên kuştin.

'Bila kujer werin dîtin'

Zohre Zerze jî der barê mijarê de axivî û got " Bila edî qetlîam çênebin û faîlên komkujiyan demildest derkevin pêşberî dadê. Bila êdî dayik negrîn û xwîn nerêje. Zarokên bêsûc û bêguneh neyên kuştin. Tenê sucê wan ciwanên me daxwaza wan a alîkariyê bû û xwestin ji zarokan re pêlîstokan bibin.''

'Em ê têkoşîna xwe bidomînin'

Emîne Aygun jî diyar kir ku di vê qetlîamê de kujerê yekemîn ew kesê ku çavên xwe digre ye, berpisyar Serokomar Erdogan e. Lewre ew ji DAÎŞ'ê re çekan dişîne. Hemû tişt ji bin serê wî derdikeve. Em wekî jinên Elewî dixwazin kujerên van komkujiyan bê dîtin ku heta kujer neyên dîtin em ê têkoşîna xwe bidomînin.''

(pk/ch)