YPJ’ê nasnameya şervanek xwe eşkere kir
12:47
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemenî û Ragihandina YPJ'ê nasnameya şervanek xwe di 4'ê Tirmehê de li Kobanê jiyana xwe ji dest daye eşkerekir.
Daxuyaniya fermî ya YPJ'ê wiha ye:
"Di pêlên destpêkê ya şoreşa Rojava de roja me ya îro li hemberî hêzên ku destkeftiyên gelê me yê jiyana azad û demokrat dixe xeteriyê berxwedaneke bêhempa destpêkiriye. Li rojavayê Kurdistanê berxwedanekî ji bo tevahî morovahî tê meşandin. Şervanên YPG û YPJ ji bo rûmeta mirovahiyê li dijî terorîstên DAIŞ biparêzên bê rawestan di nava tevgerê de ne.
Şoreşa ku li Rojava hate li darxistin şoreşa jin bû. Jinên Kurdistanê, li hemberî parastina destkeftiyên vê şoreşê xwe berpirsiyar dîtin û tevlî nava refên YPJ'ê bûn. Bi qasî ku êrîşên terorîstên DAIŞ'ê li hember nirxên mirovahiyê bi awayekî gîştî û li hember hebûna jin bi awayekî taybet dîjwar bû, berxwedana jinên Kurd hê dijwartir bû. Gelek rêhevalên me yên jin ji bo rûmeta gelê Kurd biparêzin gihîştin asta şehadetê.
Bajarê Kobanê ya ku bûye paytexta berxwedanê ya cîhanê, ji gelek qehremanên jin ra şahîdî kir. YPJ li vî bajarî bi navê hemû jinên cîhanê li hemberî pergala zilam ya herî xeter şer dike. Ji ber vê ji hemû bajarên Kurdîstanê keçên Kurd berê xwe dan vî bajarî û destê xwe dan destên keçên Kobanê û li hember terorîstên DAIŞ şer kirin. Rêhevalên me Amaran, Ozgûran, Stêrkan, Biharan û Evîndaran ji bo kû nirxên mirovahiyê biparêzin canê xwe di vê rê de feda kirin.
Rêhevala me Zeynep Tekîn kû bi Evîndar Botan tê nasîn yek ji rêhevalên me yên jin kû bi azîm û qehremantîyekî mezîn tevlî berxwedana rûmetê li bajarê Kobanê bû. Ji paqijkirina bajêr heta paqijkirina tevahî gundên Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê de rolekî mezin lîst. Hevala me Evîndar yek ji fermandarê YPJ'ê ku bê sînor ked û reng di vê berxwedaniyê de da. Şert û merc çi dibin bila bibûna rêhevala me Evîndar tucarî nedixwest dûrî eniya şer bikeve. Ji ber wî di nava hevalên xwe da her tim cihê baweriyê de bû.
Evîndar Botan, evîndara doza xwe bû. Li gel rêhevalên xwe şerê dijminê gelan kir, wê ji bo doza hemû jinan ji bo jiyanek azad û wekhev têkoşîn da. Rêhevala me Evîndar di 4'ê Tîrmehê 2015'an de, dema ku li gel hevalên xwe gundên li başûrê Kantonê Kobanê ji terorîstên DAIŞ'ê paqij dikirin, bi qehremaniyek mezîn şer dike û bi azmekî mezin li ser dijminê mirovahî de diçe. Bi vê lehengiyê jiyana xwe terxanî doza mirovahiyê dike û bi vî awayî tevlî kerwanê şehîdan dibe.
Şehadeta rêhevala me Evîndar ji bo me êşekî mezin bû. Em weke hêzên YPG û YPJ doza şehîd Evîndar tu car sist nakin. Em ê bi tevahî hêza xwe di rêya şehîdên xwe da bimeşin.
Li ser vê bingehê em wekî fermandariya YPJ li ser navê hemû şervanên xwe ji malbata rêhevala me Evîndar Botan, tevahî gelê Kurd û jinên cîhanê sersaxiyê dixwazin. Em di şexsê şehîd Evîndar de soz didin tevahî şehîdên vê şoreşê kû em ê riya wan bişopînin û doza wan xurt bikin.
Şervanên YPJ îro li hemberî dijminê jinan şer dikin û bi armanca avakirina jiyanek azad û demokrat têdikoşin. Hemû mirovên birûmet çavên xwe li vê tekoşînê ne. Li ser vê bingehê em bang li hemû ciwanên azadîxwaz û welatparêz, bi taybet jinên ciwan dikin kû tevlîbûna xwe di nava refên hêzên me zêde bikin."
Nasnemeya şervana YPJ'ê wiha ye :
Navê tevgerî : Evindar Botan
Navê rast : Zeynep Tekin
Navê dayikê : Asya
Navê bav : Nimet
Cihê ji dayikbûnê : Edene- Seyhan(eslê xwe ji Beytusebab)
Cih û dîroka şehadetê : .04.07.2015 Kobanê''
(ch)