Hediya Yûsif : Komkujî peyamek ji bo gelê Kurd û Tirk re ye

13:17

JINHA

GIRKÊ LEGÊ - Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif diyar kir ku komkujiya Pirsûsê ya hemberî ciwanên Kurd û Tirk hedef girt êrîşa li dijî pêvajoya aştî, demokrasî û biratiya gelan e û got: "Pêwîste kujer û hemû aliyên piştgiriya wan kirin bêne darizandin.''

Hevseroka Katnona Cizîrê Hediye Yûsif têkildarî komkujiya Pirsûsê ku di encamê de bi dehan ciwanên Kurd û Tirk jiyana xwe ji dest dan ji ANHA'yê re axivî.
Hediya ji bo malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayî re sersaxiyê xwest û axaftina xwe wiha domand: "Ez bejna xwe li ber ciwanên ku ji bo nirxên mirovahiyê tekoşîn kirin ditewînin. Ez şifayê ji birîndaran re dixwazim, sersaxiyê ji gelê Kurd û Tirk re dixwazim."

Komkujiya Pirsûsê êrîşa li dijî pêvajoya aşîtiyê ye

Hedîya da zanîn ku komkujiya Pirsûsê êrîşa li dijî pêvajoya aşitiyê ye û nîşana têkçûna çeteyên DIAŞ'ê yê li beramberî şervanên YPG/YPJ'ê ye û wiha pê de çû: "Bi vê yekê tolê têkçûna xwe ji vîna gelê herêmê û biratiya gelan hiltînin.''

Hediya bal kişand ku ev komkujî peyamek ji bo gelê Kurd û Tirk re ye û wiha berdewam kir: " Bi vê yekê ji gel re dibêjin ku hêzên tarî dê li pêşiya vîna gelan rawestin, dê yekîtiya gelan û biratiya di navbera wan de bidin rawestandin. Bi vê êrîşê dibêjin em rê nadin ku finda azdiyê li Rojhilata Navîn pêkeve. Pêwîste beramberî van plan û êrîşan gelê Tirk, gelê kurd û hemû pêkhateyên din hişyar bikin û baş bizanin ku ev êrîş dê nikarin ciwanan bidin rawestandin.''

Hediya destnîşan kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê, Til Berek, Til Hemîs, Rawiya, Eyn Îsa û deverên din rastî têkçûnan hatin xwest tola xwe ya têkçûnan hilîne û wiha dom kir: "Çeteyan bi vê yekê xwestin tola têkçûnên xwe yên li Rojava hilînin, destpêkê di 25'ê Pûşberê de êrîşî Kobanê kirin û li ser sivîlan komkujî pêk anîn, armanca wan ji wê yekê koçberkirina gelê herêmê û tirsandina wan bûn, êrîşa Pirsûsê jî bi armanca tirsê bixin dilê ciwanên Kurd û Tirk ên dixwestin ji nû ve avakirina Kobanê de cihê xwe bigirin. Ji ber serkeftinên li Rojava îsbat kirin ku ne tenê serkeftinên gelê Kurd e, lê belê serkeftinên hemû pêkhateyên herêmê û Rojhilata Navîn e. Armanca wan a din jî sivikirina zexta li çeteyên DIAŞ'ê yên li herêmên Rojava û bi taybet li Hesekê şer dikin re ye.''

'Berxwedana ciwanan planên dijmin vala derxist'

Hediya Yûsif, anî ziman vîn û berxwedana ciwanan hemû planên dijmin vala derxistin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îsrara ciwanan a li Kobanê, piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê ya bi berxwedana Kobanê, her wiha têkoşîna ciwanên Kurd û Tirk a bi rihê berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ'ê û hêzên piştigiriya wan dikin isbat kir ku ew ê nirxên mirovahiyê biparêzin û xeta wê tu carî bernedin. Em ji ber vê yekê jî bejna xwe li ber hemû ciwanên Kurd û Tirk ên li ser xeta azadiyê meşiyan ditewînin, em soza didin wan ciwanan ku em ê heta dawî ji bo yekîtiya gelan li ser xeta wan bimeşin da ku pirojeya civaka demokratîk pêk were.''

'Pêwîste kujer bêne darizandin'

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediya Yûsif destnîşan kir ku pêwîste hemû alî û hêzên ji komkujiyê berpirsyarin û di serî de hikûmeta AKP'ê bêne darizandin û axaftina wiha domand: "Bi navê gelê Rojava em careke din hikûmeta AKP'ê şermezar dikin em ji civaka Tirkiyê dixwazin ku li dijî siyasetên wan ên piştgiriya DAIŞ'ê dikin derkevin. Ez ji vir jî bang li gelê Kurd û Tirkiyê û bi taybet ciwan û jinan dikim ku bi israr xeta xwe ya berxwedanê bidomînin da ku projeya demokratîk û biratiya gelan bi ser bikeve.''

(ch)