Li ber mala Gûnay Ozarslan çalakiya rûnştinê dest pê kir

14:00

JINHA

STENBOL - Parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Gel li ber mala Gûnay Ozarslan ya ji înfazkirina wê bigûmanin dest bi çalakiya rûniştandinê kirin.

Emnîyeta Stenbolê serê sibê li 26 navçeya Stenbolê operasyon dan dest pê kirin. Li Bagcilarê li mala Gûnay Ozarslan a ji înfaz kirina wê bigûman in jî ji alî polîsan ve hate dorpêçkirin. Polîs ên ku di malê de dest bi lêkolîne kirine, parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Gel jî negirtin hûndir. Parêzeran îdîa kir ku polîs bi vî awayî dixwaze delîlan ji holê ra bikin û li ber mala Gûnay bi dirûşma ' Em edelatê dixwazin' dest bi çalakiya rûniştandinê kirin.

Cenazeya Gûnay Ozarslan rakirin Saziya Tiba Edlî ya Yenîbosna yê.

(ch)