Kontrola riya Reqqa-Sirinê ket bin destê hêzên YPG/YPJ'ê

14:45

JINHA

KOBANÊ - Opersyona hêzên YPG/YPJ'ê ku li başûrê Kobanê berdewam dike, hate ragihandin ku rêya di navbera Reqaa û Sirînê bi temamî hatiye qut kirin. Şervanên YPG/YPJ'ê herêma başûrê Kobanê ku dibin dagirkeriya çeteyên DIAŞ'ê de ye, operasyona ku dabûn destpêkirin berdewam dike.

Li gorî agahiyên ANHA'yê ya ji heremê hate ragihandî, dû hefteye şervanên YPG/YPJ'ê operasyona ku li rexên rêyên di navbera Reqaa û Sirînê de dabû destpêkirin temamî gir û sirtik xistin bin kontrola xwe de, di encama şer û peçvûnên ku nîvê şevê de rêya navbera Reqaa û Sirînê de kete bin kontrola hêzên YPG/YPJ'ê.

Piştî rêya di navbera Reqaa û Sirînê bi temamî hate girtin, bi vi awayî çeteyên hindirê bajarokê Sirinê de ketina dorpêça şervanên YPG/YPJ'ê. Her wiha gundê Malha yê nêzî rêya Reqaa û Sirînê ye hêzên YPG/YPJ'ê duh opersyonek dabû destpêkirin

Her wiha çeteyên DAIŞ'ê yê bi mehane ye li hemberî operasyonên hêzên YPG/YPJ'ê ber xwe bide, hate zanin ku gelê ku di bajarokê Sinîrê de ye çete wan weke mertal bikart tînin.

Welatiyek ji bajarokê Sirinê ji ber rewşa ewlekariyê nexwest navê xwe bêje, agahî da û wiha axivî: " Çeteyên DAIŞ'ê gelê Sirînê bi mehane esîr girtine û zextê li wan dikin, piştî ku şervanên YPG/YPJ'ê di rêya navbera Reqaa û Sirînê de bi temamî girt ev zext li me zêdetir bû. Çeteyên DAIŞ bi tû bihaneyan destûr nade gel ji bajarokan derveke."

Heman çavkaniyê diyar kir ku çete bang li gel dikin û dibêjin derketina ji bajar qedexeye, ji bo ku rêya qaxaç jî gelê sivîl bi kar neyne ji aliyê çeteyan ve tevahiya rêyên bajarok hatine mayinkirin.
Çavkaniyê destnîşan kir bi giranî perwerdeyan di demê dawî de li ser zarokane û çete zarokên temenê biçûk de ji bo êrîşên xwe kujî perwerde dikin, gelê sivîl ji li hemberî êrîşan mîna mertalan bi kar tînin.

Li herêmê opersyona şervanên YPG/YPJ'ê şevê din dabûn destpêkirin, niha li gundê Malha berdewam dike.

Çeteyên DAIŞ'ê beriya niha jî li bajakê Silûk û Girê Spî gel esîr girtibûn û li hemberî opersayona YPG'ê weke mertal bikar anîbûn. bi

(ch)