ÎHD: Di 27'ê Tirmehê de em dê li Gemlîkê bin

16:19

JINHA

AMED - Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi armanca piştgiriyê bide meşa MHD û OHD'ê ya Gemlîkê daxuyanî da çapemeniyê.

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê bi armanca piştevaniya meşa Gemlîkê ya ji aliyê parêzerên MHD û OHD'ê ya bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk tê civîna çapemeniyê li dar xist. Di civîna li avahiya komeleyê de pêk hat Serokê ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî, rêveberên ÎHD'ê Gamze Yalçin, Rehşan Bataray, Pinar Dalkuş û Abdullah Zeytun tevlî civînê bûn.

' Abdullah Ocalan tûnebe pêvajo pêşnakeve'

Racî diyar kir ku Ocalan û tevgera siyasî ya Kurd di mijara çareseriyê de bi israr in û ligel vê yekê dewlet û hikûmet di mijara çareseriyê re rast tevnegeriyan û zirar dan pêvajoyê. Racî anî ziman ku di pêvajoyekî hemû maf ji holê hatin rakirin re derbas dibin û hikûmeta tabloya piştî hilbijartinê hembêz nekirî rastî rast pêvajoya çareseriyê hedef girt û wiha got: "Tecrîda li ser Birêz Ocalan nîşaneya vê yekê ya herî li ber çav e. Hemû kes dixwaze bêyî Birêz Ocalan pêvajo pêşnakeve." Racî da zanîn ku gelê Kurd Abdullah Ocalan weke sermuzakerevan diyarkiriye û bi mutabakata Dolmabahçeyê pêşketina pêvajoyê ji aliyê Serokomar Erdogan ve bi helwesta "Pirsgirêka Kurd tuneye" hat ber xirabbûnê.

'Em ê tevlî çalakiya hemberî tecrîdê bibin'

Racî Bîlîcî bilêv kir ku Tirkiye ber bi aliyekî din ve diçe û dibe ku pêvajoya pevçûnan careke din dest pê bike. Racî destnîşan kir ku divê demildest diyalog û muzakere dest pêk bikin û wiha pê de çû: "Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û şertên wî bên sererastkirin. Divê derfetên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl pê re hevdîtinê bikin pêk bên. Divê demildest li hemberî rewşa kaotîk û geşedanan bi Birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin."

Endamê MYK'ê yê ÎHD'ê Gamze Yalçin jî diyar kir ku ew dê piştgiriyê bidin meşa Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (MHD) û Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) a li navçeya Gemlîkê ya Bursayê li dar dixin û wiha axivî: "Em weke parêzerên ÎHD'ê yên Amedê dê tevlî çalakiya protestoya tecrîd bibin."


(ch)