Hunermend Marco Rovellî helbesta komkujiya Pirsûsê nivisand
16:33
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Hunermendê Îtalyayî Marco Rovellî ji bo ciwanên şoreşger ên li Pirsûsê jiyana xwe ji dest dane helbestek nivîsand û kir stran.
Hunermendê Îtalyayî Marco Rovellî, ji bo ciwanên sosyalîst ên SGDF'ê ya di 20'ê Tîrmeha 2015'an de li Pirsûsê hatin qetilkirin, helbestek nivîsand û vê helbestê kir stran.
Marco Rovellî yê di 11 Pûşber 1969 an de hatiye dinê niviskar û mûzisyenek ji Îtalî ye û nêzî anarşîzmê ye. Marco yê di kovarek Îtalî de edîtorî jî kiriye xwedî pirtûkên roman û helbestan e û stranan dinivisine. Niha ji di dibistanên navîn de dersên dîrok û felsefeyê dide.
(ch)