Qadên Parastina Medyayê hate bombebarandin!

09:12

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Tirk ên Leşkerî(TSK) bi 20'î zêdetir balafirên şer ve Qadên Parastina Medyayê duh êvarê bombebarankirin. Li gor agahiyan bombebaran heta serê sibê berdewam kir û li Qendîl Şemdînlî li kesên sivîl xistin.

Li Amed û Êlihê 20 balafirên F-16 ya TSK'ê duh êvarê seat 00.05 'an de Qadên Parastina Medyayê bombebarankirin. Li gor agahiyan destpêkê heremên Zap, Basyan, Gare, Avaşin û Metina, piştre jî Xinêre û Qendîl ji alî balafirên şer ên Tirkiyê ve hate bombekirin. Bombebarandina ku heta serê sibê berdewam kir, hê jî didome. Li gor nagahiyên ajansa ANHA'yê Garê, Zap, Çemço, Metina, Heftanin û Avaşîn hatiye bombebarandin.

TSK li sivîlan jî xist

Balafirên şer ên Tirkiyê di bombarandina duh êvarê de ciyên sivîl lê dimînin jî bombebarankirin. Hate ragihandin ku li Med Nûçe, Şemdînlî û li Qendîlê li heremên sîvilan xistine. Li gor ANF'ê li Xakûrkê jî êrîşa hewayî li ser sîvîlan hatine kirin. Li Qendilê gundê Enze hate bombebarankirin her wiha Garê 3, Metîna jî 2 caran hatin bombebarandin.

HPG daxuyanî da

HPG/BÎM der barê bombebarandinê de daxuyanî da û da zanîn ku di serî de Behdînan gelek cihên Qadên Parastina Medyayê hate bombebarandin. Daxuyaniya HPG/BÎM wiha ye: '' Ji alî Fermandariya me ya Navenda Parastina Gel hatibû diyarkirin ku agirbest jî alî dewleta TC'yê hatiye qedandin. Di 24 Tîrmeh seat 23.00'an de balafirên arteşa Tirk ê dagirker di serî de herêma Behdînan Qadên Parastina Medyayê bombebarankirin. Bi şev 25 Tîrmeh seat 01.00' ê de jî li Qendîl û Xakurkê bombebarandin dest pê kiriye. Piştî vê bombebarandinê wateya agirbestê nemaye û di demek nêz de agahiyên berfireh dê bi gelê me re were parvekirin.''

(ch)