Ji çapemeniya azad re sansûra 'tedbîr'ê

09:26

JINHA

AMED - Êrîşên hewayî ya duh êvarê li Qadên Parastina Medyayê dest pê kir ligel wî sîteyên înternetê ya DÎHA, ANF, ANHA, Rojnews û Ozgûr Gûndem û gelek ragihandinên din ji alî TÎB ve hate qedexekirin.

Dewleta Tirkiyê bi operasyonên qirkirinê, bi tevgera hewayê ya hemberî Qadên Parastina Medyayê konsepta şer da dest pê kirin û ji bo gel nikaribe xwe bigihîjîne agahiyan li ser çapemeniya azad sansûr pêk tîne. Ji duh êverê şunde DÎHA, ANF, ANHA, Rojnews û Ozgûr Gûndem û gelek ragihandinên hatin astengkirin.
Qedexekirina ragihandinê jî bi destê Serokatiya Ragihandinê yê Telekominîkasyon( TÎB)ê bi hinceta ' Tedbîrgiritinê' tê pêkanîn.

(ch)