'Heta serokatiya me azad bibe em ê têbikoşin'
09:53
Oyku Dîlara Keskîn/JINHA
STENBOL - Jinan bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û wiha gotin: ''Rojek bê wê serokê me di nava me de be. Em heya Serok Apo nebinîn em namrin.''
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tirmehê 2011'an vir ve muvekkîlê xwe nedîtine û heyeta HDP'ê jî herî dawî di 5'ê Avrêlê de hevdîtin pêk anîbûn. Jinan bertek nîşanê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan da û anîn ziman ku divê demildest ev rewş were guhertin. Kumru Akgul wiha axivî: ''Tayyîp Erdogan ji ber ku ji Serokê me ditirse hevdîtinan asteng dike. Ez wekî jinekî tecrîdê şermezar dikim. Bila Erdogan baş bizanibe ku em ê rêça serokê xwe de bimeşin. ''
'Em heta Serok Apo nebînin em namrin'
Kumru got ku "Tayyip Erdogan tu caran li ser gotinên xwe nasekine û her tim gotinên xwe diguherîne. Em ji Erdogan re dibêjin 'êdî bes e.' Heta serokê me girtî be em ê jî li ser piyan bin. Heta ku Serokê me azad bibe û Erdogan bê darizandin têkoşîna me dê bidome. Hun li Kurdistanê biçin kîjan malê zarok dibêjin 'Bijî Serok Apo' Ji ber ku mezin li pey serokê xwe diçin, zarok jî wan dişopînîn. Rojêk bê serokê me yê di nava me de be. Em nebînîn jî zarokê me yê bibinîn. Heta ku em Serok Apo nebinîn em namrin.
'Heta serokatiya me azad bibe em ê têbikoşin'
Jina bi navê Gul Civak jî bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û diyar kir ku heta Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad nebe li Tirkiyê aşîtî pêk nayê. Abdullah Ocalan Serokê gelê Kurd e. Em êdî naxwazin mirin çêbin. Em aşitiyê dixwazin lê riya aşitiyê jî ji Îmraliyê derbas dibe. Gul axaftina xwe wiha domand "Divê gel bertek nîşanî tecrîda li ser Abdullah Ocalan bide. Kesên ku dixwazin aşitî pêk were divê ji bo aşitiyê gavan biavêjin. Bila pêvajoya aşitiyê dest pê bike. Heta ku Serokê me azad nebe têkoşîna me jî dê bidome.''
(pk/ch)