'Parastina cewherî, şerê parastina hebûnê ye'

10:54

Şehrîban Aslan /JINHA

AMED - Endama Heyeta Rêveber a Selîsê Zeynep Kaya, diyar kir ku parastina cewherî, şerê parstina hebûnê ye û got: "Jin ji bo hebûna xwe parastinê esas digre. Pergala baviksalarî li hember hebûna jin şer daye dest pê kirin. Li hember vê yekê hem di warê fîzîkî û hem jî di warê hizrî de parastina cewherî bingehê esasî ye."

Di hemû zindî û hebûna xwezayî de xwedîbûn, hewîn û parastin bingehên esasî ya jiyanê ye. Jin jî ji bo ku hebûna xwe ya xwezayî û jiyanî bidomîne xwedî van hersê xalên bingehîn ê jiyanê ye. Jin li ku derê cîhanê dibe bila bibe pêwîste parastina xwe ya cewherî pêkbîne. Hêzên hegemon ji bo ku planê xwe bi serbixin dê serî li hemû rêbazan bidin. Ji ber vê yekê pêwîste jin xwe di her warî de bi zane bikin û parastina xwe ya cewherî pêk bînin. Ji bo tendûristî û berdewamkirina jiyanê çawan pêdivî bixwedîbûn, hewîn û parastinê heye ji bo jin û civak jî ev yek girîng e. Endama Heyeta Rêveber a Selîsê Zeynep Kaya anî ziman ku parastina cewherî ne tenê ewlekariye û wiha got: "Em wek jin li ser pirsgirêkên ewlekariyê û parastinê nîqaşan dikin. Lê dema em di warê felsefê de parastina cewherî dinirxînin, em dibînin ku ev 5 hezar sale pergala desthilatdariya mêr li hember hebûna xwezayê jin û civakê şer daye destpêkirin. Têkoşîna me li hember hişmendiya desthilatdar heye û ew ê têkoşîna me di warê fîzîkî de jî hebe."

'Qalikê daran û hêlîna perperîkan bi xwe parastina cewherî ye'

Zeynep diyar kir ku, pêwîste lêgerîn û lêpirsîna azad kirina jina ku di nava malde hatî dorpêçkirin û tûndî lê tê kirin û got: "Di çerçoveya parastina cewherî de me lêhûrbûna xwe kur kir. Dema ku mirov li xwezayê temaşe dike dibîne ku gelek zindî xwedî erkên xwe parastinê ne. Mînak dar bi qalikên xwe û pinpinîk( perperîk) jî bi hêlînên xwe, xwe li hember êrîşan diparêzin. Parastina xwe ya rewa bi vî awayî pêk tînin. Wek jin li hember êrîşên tacîz, tecawûzê û qetilkirina jinan pêdivîye û bi parastina cewherî me dît û li ser vê mijarê em xebat berfereh dikin."

'Parastina jiyanî bi parastina fîzîkî mirov dikare rewa bike'

Zeynep wiha dom kir: "Parastina fîzî parastina hebûna xwe ya cewherî ye. Ev yek di nava xwede parastina çandî, civakî û aborî hildigre. Di warê çandî de mirov dikare wek zimanê dayîkê bigre dest û binirxîne. Zimanê dayikê ji bo jin girîngiyek wê ya mezin heye. Li hember pişaftinê çanda xwe domandin û dayîna jiyankirin parastinek cewherî ye. Bi aborî re hebûna xwe domkirin parastinek cewherî ye." Zeynep da zanîn ku mêr bi aborî re dixweze tûndî li hember çanda jin pêkbîne û wiha got: "Li hember hemû êrîşên ku pêk tên pêdiviya me bi parastina cewherî heye. Parastina fîzîk jî hemû parastinan di nava xwe de dihewîne. Parastina aborî çandî û civakî bi parastina fîzîk ve wê pêk were û ev yek jî rewa ye."

'Di pergalên dewletê de jin wek mal tên dîtin'

Zeynep bi lêvkir ku parastina cewherî şerê hebûnê ye û wiha pê de çû: "Hêzên YPJ'ê mînaka parastina cewherî ya fîzîkî ye. Ji bo xwe li hember DAIŞ'ê yên hov biparêze parastina xwe ya cewherî pêk tîne. Hebûna xwe, welat û axê xwe parastin tê wateyê parastinek cewherî ye. Çima jin di mal de tên dorpêç kirin? Ji mafê xwe ya jiyanê tên dûr xistin? Jin ji bo hebûna xwe bidomîne wê şerê fîzîk jî pêk bîne. Eger şerê hebûnê neyê kirin tenê ya fîzîk wê kêm bimîne." Zeynep diyar kir ku di rojevê de cînayetên jinan roj bi roj zêde dibe û got: "Jina ku li hember tecevûzkaran li berxwe dide rastî mirinê tê. Ji îro û pêve wê parastina cewherî bikeve rojevê. Di pergalên dewletê de jin wek mal û kole tê hesibandin. Pêwîste jin li hember vê yekê parastina xwe ya cewherî pêş bixe."

'Li hember şerê ku pergala desthilatdar li ser jin daye despêkirin parastina cewherî şert e'

Zeynep da zanîn ku ji cepheya femînîstan pîştî ku Ozgecan hat qetilkirin ew li ser parastina cewherî nîqaşên xwe bi hêz kirine û got: "Tevgera me ev 30 sale hebûna xwe didomîne. Bi şerê hebûnê û avakirina jin re pêwîstî bi parastina cewherî hat dîtin. Pergala baviksalarî li hember hebûna jin şer daye destpêkirin. Li hember vê yekê him di warê fîzîkî û him jî di warê hizrî de parastina cewherî bingehê esasî ye."

(rc/ch)