Parêzer amadekariya çuyîna Gemlîk'ê dikin

11:22

Oyku Dîlara Keskîn/ JINHA

STENBOL - Astenkirina hevdîtinên parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 5 sal li pey xwe hîşt. 250 parêzer ji bo balkişandina tecrîdê di 27'ê Tirmehê de wê biçin Gemlîkê. Hevseroka KHA'yê Parêzer Banu Guvener der barê çûyina Gemlikê de axivî û got " Me biryar girt û ji bo tendûristî,ewlehî û jiyana Birêz Ocalan ketin nava tevgerê.''

Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tirmehê 2011'an heta niha bi hinceta "Keşî xirabeye" "Mixalefeta hewayê" û "Cejna Fermî" hevditinên bi mûwekîlên wan re tê astengkirin. Tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan ket sala 5'an û ji ber ve yekê 250'ê parêzer ji bo protestoya vê tecrîdê dê biçin Navçeya Gemlîkê ya Bursayê û cardin serlêdana hevdîtinê pêk bînin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (KHA) Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya (KHM) û Komeleya Hiqûqnasên Nûjen (KHN) dê tevlî çalakiyê bibin.

'Ji ber ku em nebîn bersiv nexnedayina xwe didim'

Hevseroka KHA Banu Gûvener wiha axivî " Tirkiye 17'ê sal e li ser Abdullah Ocalan tecrîtê dide meşandin. Birêz Ocalan 17'ê sale di Girava Îmralî de bi tenê dimîne. Di ve demê de hevdîtin pêk were jî tecrîda li ser wî ranebuye. Em wekî hiqûqnasan di pergala zagonî de nebûn bersiv. Ji ber ve yekê jî ez rexnedayîna xwe didim. Banu bibirxist ku êdî ji vir şunde em ê çi bikin li ser vê yekê bisekinin. Piştî ku qedexekirina parêzer hat hemû parêzerên Ocalan hatin girtin. Pergala ku tê meşandin gotina 'hun dikarin tenê di nava pergala me de bimînin e' lê di nava pergala zagonî de tenê mirov diçe serî li girtîgehê dide ewqas e.

'Bi awayekî kêfî hevdîtên asteng kirin'

Banu wiha berdewam kir "Di operasyona parêzeran de serlêdana Serdozgeriya Komarê ya Buroya Hiqûq a Esrê wekî delîl hatibû nîşandan. Ji bo hevdîtina muvekklî me Abdullah Ocalan ji aliyê zagona tu hincet tuneye lê ev hevdîtin bi awayekî kêfî û der zagonî ve tê asteng kirin. Me ji bo astengkirina hevdîtinan doz vekir lê doz jî nagihîjîn encamekê. Disa ji bo dozger jî me doz vekir lê ew jî wisa maye, ceza nayên birîn.

'Li Tirkiye kesekî ku aşîtiye dixwaze dil tê girtin'

Banu anî ziman ku hevdîtina heyetê ,parêzeran û malbatê tecrîdê ji holê ranake. Em ê ji bo ewlehî,jiyan û tenduristiya wî tekêvin nava tevgerê. Em wekî parêzerên KHA û KMH biçin Gemlîkê û serî li dozger bidin. Ew der ne girtîgeheke asayî ye. Kesekî ji bo gelan jiyaneke wekhev û azad dixwaze li Tirkiye dil tê girtin.

'Rewabûna girtîbûnê nemaye'

Banu axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Di pêvajoya çareseriyê de muvekkîlê me sermûzekerevan bû lê ji ber ku ew dil hatiye girtin girtin rewabûna ve pêvajoyê jî nemaye. ''

(pk/ch)