Li Swedê qanûna qedexekirina zewaca zarokan hat derxistin

11:44

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Swêdê ji bo pêşî li zewacên bi zorê û ya bi temenê biçûk bigire, par di qanûna cezayan de hin guhertin çêkir. Li gor zagonê dê zewicandinên bêdilê zarok û ciwanan wek sûc bê qebûl kirin û bi 4 salên cezayê girtîgehê were ceza kirin.

Swêdê ji bo pêşî li zewacên bi zorê û ya bi temenê biçûk bigire, par di qanûna cezayan de hin guhertin çêkir. Pispor Jûno Blom ku hikûmetê ji bo diyarkirina tedbîrên li hemberî şîdeta ji ber 'namûsê wezîfedar kir, anî ziman ku cezanekirina mirovekî bi tenê jî, gelekî cidî ye û da zanîn ku divê bi perspektîfeke berfirehtir pirsgirêk were şopandin.

93 serlêdana zewicandina zorê

Jûno da xuyakirin ku şîdeta ji ber 'namûsê' û zewaca zarokan dewam dikin û got, "Bi taybetî meha Gulanê tirsnak e. Gelek ciwan serî li me didin û dibêjin ku ew bi guman in wan bibin derveyî welat û bi zorê bidin zewicandin."

Jûno diyar kir ku di meha Gulanê de 93 kes bi gumana zewicandina bi zorê pê re bi rêya telefonê axivîne, piraniya van zarokên kêmî 18 salî ne û got, "Pênc jê 18 salî 11 ciwan bi zorê hatin zewicandin. Piraniya wan li derveyî Swêdê di nava şert û mercên nebaş de jiyana xwe didomînin."

'Polîs û dozger tedbîran nagrin'

Jûno Blom da zanîn ku neşopandina 23 zewacên bi zorê û di temenê biçûk de anî ziman ku pirsgirêk ne kêmbûna qanûnê ye, pirsgirêk ew e ku polîs û dozger ji aliyê zewaca bi zorê, zewicandina zarokan û şîdetê ve, ne xwedî agahiyên têrker in û axaftina xwe wiha domand: '' Dema qanûn ket meriyetê her kes li bendê bû ku di pratîkê de tiştek rû bide. Lê belê ev bi tenê retorîk e. Polîs û dozger tedbîrên divê bigirin, nagirin. Li Goteborgê dozgerî der heqê dozeke ku em pê re mijûl dibûn de, lêpirsîn jî venekir û lêkolînên hatine kirin jî nîşan didin ku dozgerî şaşîtiyê dike.''

Ji afirînerên federasyona bi navê 'Pela û Fadîme qet ji bîr neke' ya ji bo têkoşîna li dijî şîdeta namûs û toreyê hat avakirin Seroka Giştiyê federasyonê Sara Mûhammed jî da xuyakirin ku kêmasî ne ji ber qanûnê ye, kêmasî ne zelaliya emniyet û dadgeriyê ye.

Nivîskar Edûardo Grûtzky ê li ser tedbîrên divê li dijî şîdeta ji ber 'namûsê' werin wergirtin çend pirtûk nivîsandiye, da zanîn ku qanûn di heman demê de xwedî fonksiyoneke pêşîgirtinê ye û divê êdî di pratîkê de bandora vê bê nîşandan.

(ch)