Hûda Kaya: Ev operasyonên dîzaynê ye

12:53

JINHA

STENBOL - Parlamentera Stenbolê ya HDP'ê Hûda Kaya der barê operasyonên 'jenosîda sîyasî' ê 300 kes hatibû binçavkirin nirxand û diyar kir ku ev operasyon wek operasyonên dîzaynê ye û wiha axivî: '' Em û gelê me dê bi hestiyarî tevbigerin û nebin amûrê xeletiyên wan ên ferzkirinên şerê qirêj'

Parlamenterên Stenbolê yên HDP'ê Hûda Kaya û Garo Paylan der barê operasyonên binçavkirinê ku duh serê sibê li tevahî Tirkiyê hate destpêkirin û ji 300 kesî zêdetir binçavkirin pêk hat de axivîn. Hûda da zanîn ku ev operasyonên dîzaynê ye û got: '' Em û gelê me dê bi hestiyarî tevbigerin û nebin amûrê xeletiyên wan ên ferzkirinên şerê qirêj' Hûda der barê komkujiya Pirsûsê de jî axivî û da zanîn ku dewlet ji bûyerê agahdar e û bi hinceta mirina leşkerên ser sinor dê planên ketina Surî tê kirin.''

'Hikûmet dixwaze xwe wek bêalternatîf nîşan bide'

Hûda bal kişand ku di pevçûnan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û got: '' Ji bo desthilatdariya yek kesekî berdewam bike hewqas bedel tê dayîn. Hikûmet ji tercîha gel re wek nedîtî ve nêz dibe û dixwaze navenga şer ava bike û xwe wek bêalternatîf nîşan bide. '' Hûda destnîşan kir ku bi van operasyonan xeletiyek mezin tê kirin û wiha axivî: '' Bi operasyonên qaşo li hemberî DAÎŞ'ê tê kirin nîşan didin ku di heman demê de li hemberî PKK û DHKP-C'ê jî tê kirin û peyama tû cûdahî di navbera wan de tûne ye tê dayîn!''

'Hikûmet di mijara aşitiyê de ne ji dil e'

Garo Paylan diyar kir ku hikûmet û kesên desthilatdar bi salane polîtîqayên şer didin meşandin û got: '' Hikûmet û ew kesên desthilatdar di mijara aşitiyê de ne ji dil in. Bûyera Pirsûsê jî wek derfetek bikaranîn û di heman demê de dest bi operasyonan kirin. '' Garo da xuya kirin ku hikûmeta heyî aşitiya civakê nikare bi rê ve bibe û wiha pê de çû: '' Li alîyekî çeteyek tarî û tecawûzkar, li alîyê din jî mirovên ji bo azadiyê têdikoşin hene. Ev dewlet nikare bi hemû civakê re şer bide meşandin. Divê demek nêz de bi kesên azadixwaz re mûzakereyan bidin destpêkirin û demokrasiyê ava bikin''

'Operasyon xetereyek mezin e'

Garo destnîşan kir ku li hemberî DAÎŞ'ê divê têkoşînek hevpar were meşandin û wiha berdewam kir: '' Operasyonên hatiye destpêkirin xetereyek mezin nîşan dide û divê bi lezgînî were sekinandin, lewre di nava civakê de wê tûndî û bendbendî were pêşxistin''

'Li hember tarîtiya DAÎŞ'ê Bloka Aşitiyê'

Garo diyar kir ku xetereya herî mezin ketina helezoniya tûndiyêye û da zanîn ku ev ê wek berê bibe sedema mirina hezaran û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Li hember xetereya şer divê em ligel Bloka Aşitiyê bin. Ji bo vê meşa roja yekşemê pir girîng e. Li hember tarîtiya DAÎŞ'ê divê em bi Bloka Aşitiyê re têkoşîna aşitî û demokrasiyê bilind bikin. ''

(ch)