Li Amûdê konê sersaxiyê hat vekirin
13:12
Rojda Serhat /JINHA
AMÛDE - Ji bo 31 sosyalîstên ku ji bo piştgiriya Şoreşa Rojava hatibûn Pîrsûsê û di encamê êrîşa bombeyî de hatin qetilkirin, rêvebirên xweser ya Kantona Cizîrê li bajarê Amûdê konê sersaxiyê vekir.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca piştgiriya ji nû ve înşakirina Kobanê û Şoreşa Rojava hatibûn Pîrsûsê û di encama êrîşa bombeyî ya ku li Navenda Çanda Amarayê pêk hatî 31 sosyalîst jiyana xwe ji dest dan. Ji vo 31 sosyalîstên ku jiyana xwe ji dest dabûn rêvebirên xweser ya Kantona Cizîrê li bajarê Amûdê konê sersaxiyê vekir. Di kona sersaxiyê de li gel wêneyên sosyalîstên ku jiyana xwe ji dest dane wêneyên şervanên MLKP, YPG/YPJ'ê ên ku di berxwedana şoreşa Rojava de jiyana xwe ji dest dane hatin daliqandin. Kona sersaxiyê ji aliyê nûnerên gelê Rojava, endamê Meclîsa Yekîtiya Star û xebatkarên TEV-DEM'ê ve hat ziyaret kirin. Kona ku wê du roj vekirî bimîne gelek kes berê xwe didin û ziyaret dikin.
'Em ê hesabê bipirsin'
Rêvebira Yekîtiya Star a Meclîsa bajarê Amûdê Mura Zoro di ziyareta xwe ya li kona sersaxiyê de wiha axivî: "Ez wek dayîk û wek jinek her kesê ku destê wan di vê qetlîamê de heye nalet dikim. Gelê Kurd û alîgirên demokrasiyê bi qetlîaman nikarin têk bibin. Bi qetlîama ku li Kobanê pêk hatî diyar bû tû carî nikarin gelê Kurd tune bikin. Kurd ev 40 salin ji bo hebûna xwe bidomînin têkoşînek rêxistinî didin. Em ji her kesî re bi aweyek vekirî vê yekê dibêjin; em ê di şopa şehîdên xwe de têkoşîna xwe bilind bikin. Gelê Kurd û ciwanên ku li Pîrsûsê hatine qetilkirin tu caran êrîşê tu kesî nekirine û zirarê nedane kesî. Ji bo azadî, demokrasî û wekheviyê hatibûn wir û rastî êrîşa hovane hatin. Em ê bi têkoşîna xwe ya demokrasiyê hesabê ji kujeran bixwazin. Dilên dayîkên wan ciwanan şewitî. Ji ber rêzdariya me ya li hember şehîdan îro ev konê sersaxiyê hat vekirin. Şîna me dê du rojan berdewam bike."
'Ew sembola xwîşk û biratiyê ne'
Berdevka Komîna Şehît Lezgîn Eyşe Îbrahîm wek jinek Ereb qetlîama Pîrsûsê şermezar kir û wiha axivî: "Ciwanên ku hatine qetilkirin ne tenê Kurd bûn, di heman demê de Tirk, Ereb û ji gelên xwedî nasnemeyên cûda pêk dihatin. Ne girînge ku ew ciwan ji kîjan netewî ango gelî ne, ya girîng ew e ku wan nûnertiya xwîşk û biratiya gelan dikirin. Ez wek jinek Ereb dema tevlî rêxistinbûna şoreşa Rojava bûm min dît ne tenê nûnertiya gelekî, nûnertiya hemû gelên bindest tê kirin. Ew ciwan jî bi vê felsefeyê ketin rê û xwestin têkoşîna xwe ya demokratîk li Kobanê bidomînin lê bi awayek hovane hatin qetilkirin. Dijminê ku her tim teqîn û qirkirin pêk tînin wê bi vî rêbazê biser nekevin, gelên ku têkoşîna azadiyê bide û bibe parezvanê demokrasiyê wê elbet biser bikeve. Ez dewleta Tirkiyê ji ber ku piştgiriyê dide rêxistinek weke DAIŞ'ê şermezar dikim. Ez ji bo malbatên ku zarokên xwe di qetlîamê de winde kirine re sersaxî dixwazim."
'Îxanet li demokrasiyê tê kirin'
Nûnera Yekîtiya Star Selma Xalît jî got: "Niha ji bo ciwanên ku li Pîrsûsê jiyana xwe ji dest dane me konê sersaxiyê vekiriye. Ciwanên ku şehît ketin ji bo piştgiriya avakirina Kobanê hatibûn, lê ji ber vê xwesteka xwe hatin qetilkirin. Ez dewleta Tirkiyê şermezar dikim. Zarokên me hene em ê tu caran dev jî doz û têkoşîna xwe bernedin. Em di nava çembera agirde ne lê em ê bi têkoşîna xwe ya demokratîk biserkevin."
(rc/ch)