Jinên Ciwan a Azad bangawaziya berxwedanê kirin

13:30

JINHA

AMED - Însîyatîfa Jinên Ciwan a Azad, ji ber êrîşên balafirên şer ên TSK'ê ya li ser herêma Qadên Parastina Medyayê pêk hat û ji bo operasyonên qirkirina siyasî banga berxwedanê li gelê Amedê kir.

İnsiyatîfa Jinên Ciwan a Azad ji ber êrîşên balafirên şer ên TSK'ê ya li ser herêma Qadên Parastina Medyayê pêk hat û operasyona qirkirina siyasî banga berxwedanê li gelê Amedê kir. Aktîvîsta Jinên Ciwanên Azad Canan Ceylan axivî û got: "Ji ber êrîşên bombeyî ya demên dawî û ji ber polîtîqayên şer ên Dewleta Tirkiyê bi operasyonên qirkirina siyasî dane destpêkirin, her wiha ji ber êrîşên balafirên şer ya li ser herema Qadên Parastina Medyayê, em wek Tevgera Jinên Azad li hember van êrîşan bêhelwest namînin û bi hemû gelê xwe ve di berxwedanê de bin."

Canan anî ziman ku îro êvarê di saet 18.00'an de li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) wê daxûyanî bidin û bang li tevahî gel bikin û wiha berdewam kir: "Em wek gelê Kurd li hember operasyon û qirkirinên ku pêk tên, dê li ber xwe bidin û têkoşîna xwe bilind bikin. piştî hilbijartinan hê hikûmetek nû ava nebûye lê AKP bi tena serê xwe vîna hemû gelê Tirkiyê şikandiye û Tirkiyê xistiye nava aloziyek mezin. Em wek Jinên Azad ji çanda berxwedanê tên û em ê vê çandê bilind bikin. Ji xeynî berxwedan û têkoşînê tû çareseriyek din ji me re û ji gelê me re nehatiye hîştin. Em ê tevî gelê xwe konsepta şer ya Dewleta Tirkiyê û AKP'ê dane destpêkirin vala derbixînin."

Canan di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî gelê Kurd û li Amedê kir û got: "Em bang li tevahî gelê xwe dikin bi hev re derbasî berxwedanê bibin. Bi taybet îşev li Amedê pêwîste ku hemû gelê me dest bi berxwedanê bike. Em ji hemû ciwan û gelê xwe re bangawaziya berxwedanê dikin."

(rc/ch)