Ji ciwanan hamleya 'Em bi hev re li xwesteka şehidên Pirsûsê derkevin'

14:20

JINHA

QAMIŞLO- Yekitiya Ciwan a Demokrat a Rojava li Qamişlo bi dirûşma 'Em bi hev re li xwesteka şehidên Pirsûsê derkevin' hamleyek 2 rojan dest pe kirin.

Saziya Yekitiya Ciwana Demokrat a li bajara Qamişlo ya girêdayî Kantona Cizirê ye bi dirûşma 'Em bi hev re li xwesteka şehiden Pirsûsê derkevin' hamleyek 2 rojan dest pe kirin.
Hamleya ku bi peşengtiya Yekitiya Ciwan a Demokrat hate destpêkirin ji alî sedan kesî ve hate pejirandin. Şeniyen bajara Qamışlo bi peşengtiye ciwanan de; jin, zarok bi coşeki mal mal geriyan û ji bo zarokên Kobanê pelîstok kom kirin.

Xwendekar Rojbîn Mihemad a ji Rêveberiya Yekitiya Ciwan a Demokrate diyar kir ku, ev hamle ji bo ciwanen SGDF'ê ya di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane bicîhanîna xwesteka wan e û got: '' Daxwaza wan tevlîbûna ji nû ve avakirina Kobanê û kêfxweşiya zarokan kirin bû lê Dewlete Tirkiyê bi awayek hovane wan ciwanan qetil kir û nehîştin ew bigihîjin Kobanê û armanca xwe. Ji ber vê jî em dixwazin armanca wan a nîvçe mayî bînin cîh me dest bi vî hamleyê kir. Em niha mal bi mal digerin û ji bo zarokên Kobanê pelîstok kom dikin. Gel, alîkariyek pir mezin didin me. Piştî 2 rojan em topkirina pelîstokan bi dawî bikin em ê biçin Kobanê.''

Rojbin da xuya kirin ku herî zêde jin piştgiriyê dane vê hamleya wan û wiha dawî da axaftina xwe: '' Gele Bakur û Rojava bi hev re Kobanê parastin û ew ê bi hev re ava bikin. Heta roja dawiyê dê di bin siya xwîşk û biratiyê de têbikoşin.''

(re-rr/rb/ch)