Lêgerîna dadê ya hefteya 344'emîn

14:39

JINHA

ŞIRNEX- Dayikên Şemiyê li Cizîrê di hefteya 344'emin de hatin ba hev û aqubeta Ebubekir Aras pirsîn. Dayikên şemiyê diyar kirin ku tevî dozgerê wê demê gotine Ebukir di destê wan de ye lê piştre tû agahî jî Ebubekir nehatiye girtin.

Dayikên Şemiyê ku her hefte bi daxwaza failên xizmên xwe bipirsin tên cem hev li Cizîrê çalakiya xwe ya 344'emin pêk anin. Dayikan di çalakiyê de albûma weneyên windeyan vekirin û wêneyên xizmên xwe rakirin. Çalakiya Dayikên Şemiyê bi tevlîbûna Endamên saziya MEYA-DER'ê, Meclisa Dayikên Aşitiyê, Nunerên İHD'ê, Saziya Alimê Botan li Kolana Hûnerê pêk hat. Dayikan vê heftê jî aqubeta Ebubekir Aras pirsin. Çîroka Ebubekir ji aliyê rêvebirê MEYA-DER'ê Weysî Durgud ve hat xwendin.

'Di bîrên Botaş'ê de lê geriyan'

Weysî diyar kir ku berî Ebubekîr were windekirin di pîrozbahiyê Newrozê de hatiye girtin û piştî 10 rojan wî birine Amedê û li wir serbest hatiye berdan. Weysî wiha berdewam kir: ''Roja 1'ê Tirmehê di sala 1994'an de şevekî didin ser mala Ebubekîr. Lî ber malê di maşîneyek sipî de ya di nav de îtîrafkar Hedîye û Remezan Xoce û Cebar jî hebûne Ebubekir jî dixin panzêrekî û dibin. Piştî vê yekê malbat li pêy Ebûbekir diçe qerekolê û li wir ji wan re dibêjin 'Ebubekir li vir e'" Weysî da zanîn ku xwîşka Ebubekir li dozger geriye û dozger jê re gotiye "Meraq nakin Ebubekir li ba me ye tiştek pê nabe, çend roj karî wî heye" Weysî bi lêv kir ku piştî sê rojan ji bavê Ebubekir re dibêjin "Me kurê te rojek di bin çav de hîştiye û piştre me li ser pira Cizîrê berda ye." Weysî diyar kir ku piştî vê yekê malbata Ebubekir tu agahî ji Ebubekir negirtine û got: '' Malbata Ebubekir di bîrên Botaşê de jî li wî geriyane lê tû encam bi dest nexistine. Ji ber van bûyaran nexweşiya pençeşêrê li dayika Ebubekîr derdikeve û jiyana xwe ji dest dide.''

'Armanca oparasyonan ne DAİŞ e'

Piştî Weysî Nûnerê İHD'ê yê Cizîrê Abdulkerim Pusat jî axivî û diyar kir ku îro bi êşa Pirsûsê çalakiya xwe pêk tînin û got: '' Ew hemû ciwan bûn. Her yekî ji wan çirokek wan a cûda hebû." Abdulkerîm balê kişand ser oparasyonên ku di rojên dawî de tên kirin û wiha berdewam kir: got: "Ev operasyon wek li dijî endamê DAİŞ'ê hatibe kirin didin xuya kirin lê rastî ne wisa ye. Armanca van operasyonan li hemberî ciwanên Kurd in. Bi rojane çapemenî cih û xebatên DAİŞ'ê eşkere dike lê dewlet li şuna ku têkeve nav hewldanê dixwaze çapemeniyê bê deng bike."

Piştî axaftinan 5 dq çalakiya runiştinê pêk hat û çalakî bi dawî bû.

(ma/ch)