Selma Irmak: Erîş li ser lihevkirina Erdogan û Obama pêk tên

15:41

JINHA

AMED - Hevserokê KCD'ê Selma Irmak der barê operasyonên qirkirina siyasî û bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê de got ku di navbera Erdogan û Obama de lihevkirinek pêk hatiye û anî ziman ku êrîşên demên dawî di çarçoveya vê lihevkirinê pêk tên.

Hevseroka KCD'ê Selma Irmak tevlî 5'emîn Konferansa Zimanê Kurdî ya li Salona Konferansê ya Cegerxwînê pêk hat de axivî. Selma diyar kir ku operasyonên qirkirina siyasî û bombebarana Herêmên Parastinê yên Medyayê de got ku di navbera Erdogan û Obama de lihevkirinek pêk hatiye û wiha got: "Bi êrîşên ku duh pêk hatin aşkera bû ku di nav Erdogan û Obama de lihevkirinek pêk hatiye. Em nizanin bê li ser çi lihevkirine lê piştî van êrîşan wê derkeve holê ka li ser çi lihevkirine. Tê xuyakirin ku ew li ser ketina Rojava li hev kirine."

'Me şoreşa Rojava bi hiş û dilê xwe parast'

Selma anî ziman ku şoreşa Rojava bi hiş û dilê xwe parastine û wiha pê de çû: "Gelek hevalên me yên ku niha ne di nav me de ji bo Rojava jiyana xwe ji dest dane. Ciwanên ku li Pirsûsê hatin qetilkirin jî di rêya Rojava de jiyana xwe ji dest dane. Armanca wan ketina Sûrî ye û mudexaleya li ser Rojava wekî rewa nîşan bidin. Di vê demê de gel bi hişyarî tevbigere û divê erka xweparastinê di rojeva me de be. Şer tiştekî nebaş e. Karê şoreşgeran jî di nava şer de avakirina jiyanê ye."

(rc/ch)