KCK: Em qet dereng nemînin, derhal têkoşînê bilind bikin
16:26
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê: "Bi tenê rêyek li pêşiya me ye. Ev yek jî; bi berfirehkirina tifaqên hêzên demokrasiyê re, li dijî gurûha çete û faşîst a Erdogan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Li ser vê bingehê em bang li gelên xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku bêyî dereng bimînin, derhal têkoşînê bilind bikin."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, der barê êrîşên hewayî yên artêşa Tirk de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Agirbesta ku di dawiya sala 2012'an de ji aliyê pratîkê, di Newroza 2013'an de jî bi awayekî fermî ji aliyê Rêber Apo ve hat afirandin, bi tecrîda giran a li ser Rêber Apo û zexta psîkolojîk re ji aliyê dewleta Tirk ve di pratîkê de ji holê hat rakirin. Bi êrîşên dawî yên hewayî re bi awayekî fermî ji cîhanê re ragihandiye ku agirbest qediya ye. Ji xwe dewleta Tirk bi çêkirina qereqol, bendav û rêyên ji bo armancên leşkerî re hînê di mehên destpêkê de dawî li agirbestê anî, di nava van sê salan de gelek mirovên sivîl qetil kir û gelek mirov girt. Bi vê yekê re agirbest ket rewşeke yek alî ku ji aliyê me ve hat meşandin. Bi gotin û helwestên hefte û mehên dawî re, agirbesta ku em bi sebireke mezin dimeşînin bêwate hiştin. Lewma bi van êrîşên dawî yên hewayî û girtinên berfireh re, polîtîkayên xwe yên êrîşê ku demeke dirêje dimeşînin derxistine qonaxeke nû û veguherandine şerekî topyekûn.
Şer tê wateya meşandina polîtîkayê bi unsûrên çekdar. Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê jî, pêkanîn û polîtîkayên xwe yên heta niha li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd meşandine, veguherandina rewşa şerekî topyekûn. Êrîşên hewayî yên gelek jîngehên sivîl hedef digirin û ew çend girtinên zêde, ji bilî vê yekê nayê ti wateyê."
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Her çend ev êrîş li demeke ku bi DYA re têkilî tê danîn û nerazîbûnên li hemberî komkujiya li Pirsûsê derketin holê de rû da jî, ji aliyê esasî ve pratîkkirina polîtîkayên Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê yên beriya hilbijartinan biryara wê dabûn, lê nikarîbûn heta niha bicih bînin e" û ev xal hat destnîşankirin:
"Hikûmeta AKP'ê beriya hilbijartinê, bi hinceta hebûna gefên hundir û derve pakêta ewlekariyê ya hundir amade kir û li gorî vê yekê polîtîkayeke aloziyê meşand. Bi hewldanên afirandina têgihiştina gefên hundir û derve û rewşa aloz a beriya hilbijartinê re propaganda 'ev pirsgirêk ancax bi sîstemeke xurt a serokatiyê re dikarin çareser bibin' meşand û xwest bi vî rengî hilbijartinên 7'ê Hezîranê qezenç bike. Lê belê Rêber Apo bi pêkanîna mutebeqeta Dolmabahçeyê re, li dijî sîstema serokatiyê û rejîmeke otorîter a hegemonîk, li ser bingeha Tirkiyeyeke demokratîkbûyî, projeya çareseriya hemû pirsgirêkan danî ber gelên Tirkiyeyê.
Di hilbijartinê de van her du polîtîkayan li ber xwe dane. Hewldanên Tayyîp Erdogan û ekîba wî yên beriya hilbijartinê ku bi afirandina alozî û pevçûnê re xwestin di hilbijartinê de bi ser bikevin, serketî nebûne. Her şêwe hewldanên wan ên di vî warî de encamên berevajî bi xwe re aniye. Gelên Tirkiyeyê polîtîkaya Tayyîp Erdogan a hîn bêhtir otorîtebûyînê erê nekirine, polîtîkaya demokratîkbûyîn û çareseriya pirsgirêka Kurd a Rêber Apo erê kirine û pêşî li Tirkiyeyeke nû ya azad vekirine. Encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê, li ser bingeha çareseriya pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkên bingehîn, tercîha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ne. Van encaman, tevî ku hemû polîtîka û armancên hegemonîk û otorîter ên Tayyîp Erdogan pûç kirine, di heman demê de dawî li desthilatdariya AKP'ê ya 13 salan aniye. Rê li AKP'ê hatiye girtin û êdî careke din bi tena serê xwe nikare bibe desthilatdar.
Peyama hilbijartinê, bi reformên demokratîk ên bingehîn re çareseriya hemû pirsgirêkan e. Heman piştî hilbijartinê, bloka demokrasiyê ya ji hêzên demokrasiyê diviyabû xwe hîn bêhtir berfireh bikira û di serî de demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd polîtîkaya çareseriya hemû pirsgirêkan bixista rojeva Tirkiyeyê, lê ev bi ser nexistin. Ji ber ku ev nehat kirin, Tayyîp Erdogan û ekîba wî, ku bi encamên hilbijartinê re şoq bû û sê rojan nikarîbû biaxiviyan, careke din dest bi meşandina polîtîkaya aloziyê kirin, bi afirandina gefên hundir û derve re ji bo sîstemeke xurt a serokatî û otorîter, armanca pêkanîna hilbijartineke nû ku Tayyîp Erdogan jê re dibêje ji nû ve hilbijartin, danîn pêşiya xwe. Li ser bingeha vê armancê plansazî kiriye û vê plansaziya xwe jî gav bi gav bi cih tîne.
Eger AKP'ê di hilbijartinê de bi ser biketibûya wê derhal pêleke berfireh a girtinê bida destpêkirin, di serî de êrîşên hewayî, her şêwe êrîş zêde bikira û tevgera tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bida destpêkirin. Lê belê ji ber ku di hilbijartinê de encama demokratîkbûyînê derket, neçar ma van planên xwe taloq bike. Lê Tayyîp Erdogan û ekîba wî encamên hilbijartinê bi ti awayî qebûl nekirin, ji bo encamên hilbijartinê berevajî bikin û zemînek ji bo meşandina polîtîkayên xwe biafirîne, ketine nava tevgerê. Bi plankirina komkujiya li Pirsûsê yan jî bi rêxistinên îstîxbaratê re pêşîvekirina li vê komkujiyê re, ev plan xistine meriyetê. Beriya komkujiya li Pirsûsê Bulent Arinç gotibû, 'rojên zehmet li pêşiya rêxistina terorê ye, em ê derbên mezin lêxin'. Ev gotin bi awayekî zelal vegotina vê polîtîkayê ye. Bulent Arinç ji berê ve agahî daye ku wê li Tirkiyeyê çi biqewime. Êrîşên hewayî û pêla mezin a girtinan, bi awayekî vekirî îlana şer e. Ji ber ku dizanin Tevgera Azadiyê ya Kurd wê li hemberî van êrîşên hewayî û girtinan bêdeng nemîne, bi van êrîşan re dest bi şer kirine.
Gotina 'Ya wê dest ji çekê berdin, yan jî bi encama wê razî bin' a Tayyîp Erdogan, her tiştî bi zelalî radixe pêş çavan. Li qadên pevçûn û nelihevkirinê yên mîna pirsgirêka Kurd de, ku çil sal in şer dewam dike, di çareseriya van pirsgirêkan de rewşa çekan mijara herî dawî were nirxandin e. Ferzkirina vê rojeva herî dawî weke rojeva destpêkê, israra di neçareseriya pirsgirêkê û israra di polîtîkayên rê li ber şerekî çil salên din veke ye.
Polîtîkaya niha Tayyîp Erdogan û ekîba wî dimeşîne, dubarekirina gotin û polîtîkayên salên 1990'î yên Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar e. Tayyîp Erdogan ketiye nava xefleta dubarekirina dîrokê.
Tayyîp Erdogan û ekîba wî li dijî gelên me komployê dikin
Tayyîp Erdogan û ekîba wî li hemberî gelên me komployê dimeşînin. Polîtîka hundir û derve ya Tayyîp Erdogan û ekîba wî hilweşiya ye û berdêla vê jî bi windakirina hilbijartinê daye. Lê belê nikare xwe li windakirina hilbijartinê rabigire û li dû lîstikên nû ye. Komkujiya li Pirsûsê weke amûreke ji bo çareserkirina tengezariya bi DYA û cîhana Rojava re û weke amûreke ji bo lihevkirina bi DYA re, xistiye rojevê. Gotina şêwirmendê MÎT'ê ya 'Ez çend bombeyan ji Sûriyeyê bidim avêtin û bi vî rengî bingeha ketina nava Sûriyeyê amade bikim' bi cih hatiye anîn. Ji ber vê yekê pêşî li komkujiya li Pirsûsê vekiriye û di ser vê komkujiyê re bi DYA re hin lihevkirin pêk aniye. Tirkiye ku hînê duh bi DAIŞ'ê re ketibû destê hev û hînê ji aliyê polîtîk ve armancên wan yek e, hewl dide xwe jî weke mexdûrê DAIŞ'ê nîşan bide, bi vî rengî di polîtîkayên li herêmê û dijberiya Tevgera Azadiyê ya Kurd de DYA bikişîne cem xwe. Bûyera li sînorê Kîlîsê jî ji bo pêşvebirina têkiliya bi DYA, ji bo rewakirina êrîşên xwe yên li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd an jî ji bo bêdeng hiştina li hemberî van êrîşan, hatiye plankirin û pêkanîn.
Ev bûyerên ji bo têghiştinekê der heqê DAIŞ'ê de biafirîne hatine kirin, ji ber ku têkiliya xwe ya bi DAIŞ'ê gelekî kifş bû û li derve û hundir Tirkiye xistiye rewşeke zehmet, pêwîstî pê dîtiye ku têgihiştineke 'têkiliya bi DAIŞ'ê re qut kiriye û DAIŞ aniye hemberî xwe' biafirîne. Daxuyaniyên li ser êrîşa li hemberî hedefên DAIŞ'ê û propaganda di vî warî de, ji bo vê ne. Bi vî rengî xwestiye hewa neyînî ya li hundir û derve li hemberî hikûmeta AKP'ê derketiye holê belav bike û di ser vê re ji bo polîtîkaya êrîşê ya li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û Şoreşa Rojava, bingehê amade bike. Dewleta Tirkiyeyê ya bi têkiliyên xwe re bi DAIŞ'ê re di zikhev de ye, bi vê operasyona afirandina têgihiştinê re, hewl dide DAIŞ û PKK'ê û PYD'ê weke hev nîşan bide. Ev hewldan encameke vê polîtîkayê ye.
Heman piştî vê operasyona afirandina têgihiştina der heqê DAIŞ'ê rûdana operasyonên girtinê û êrîşên hewayî, rasthatin nîne. Konsepta şer a beriya hilbijartinê hatibû plankirin, piştî êrîşa li Pirsûsê, bi operasyona afirandina têgihiştinê re ketiye pratîkê.
'Erdogan û AKP'ê bi polîtîkayên xwe re gelan dikin qurban'
Tayyîp Erdogan û hikûmeta AKP'ê xwe ji bo hilbijartinê amade dikin. Ji bo qezençkirina hilbijartinê hewl didin alozî û pevçûnê derxîne û ji bo vê armanca xwe jî polîtîkaya qurbankirina gelan dimeşîne. Tayyîp Erdogan ji bo bibe serokê xurt û sîstemeke otorîter ava bike, polîtîkaya xwe ya afirandina gefên hundir û derve ev demeke dirêje dimeşîne. Niha jî ya ku dike ev e. Di rewşeke afirandina têgihiştina gefên hundir û derve de dixwaze hilbijartinê pêk bîne û bi ser bikeve. Polîtîkaya niha ya êrîşê, destpêkirina şerê li hemberî Tevgera Azadiyê ya Kurd û polîtîkaya xwe ya piralî ya serpêhatîparêz, vegotina vê rastiyê ye.
Bê guman Tayyîp Erdogan û ekîba xwe xwedî polîtîkayeke bi vî rengî ye. Li dijî gelên me û hêzên demokrasiyê şer ragihandiye. Gelên me wê li hemberî vê şerê berfireh teslîm nebe. Hikûmeta AKP'ê ya qels bûye, wê bi ti awayî nikaribe têkoşîna gelên me têk bibe. Yê ku di polîtîkaya şerê li dijî gelên me de winda bike, ji sedî sed Tayyîp Erdogan û ekîba wî ye. Yê bi ser bikeve jî gelên Tirkiyeyê ye. Ev serketin jî ne tenê serketina Tirkiyeyê wê serketina tevahiya Rojhilata Navîn be.
'Dixwezin gelên ku bi AKP'ê re dane widakirin, ceza bikin'
Erdogan û ekîba wî dixwazin encamên hilbijartinên 7'ê Hezîranê berevajî bikin û gelên di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de bi AKP'ê dane windakirin ceza bikin. Li hemberî hêzên bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re tevgeriya ne, rastiya êrîşa li hemberî gelê me li qada Serhedê ku bûye cografya sembol a windakirina AKP'ê û Tayyîp Erdogan, weke pêkanînên hilanîna tola hilbijartinê derketine holê.
Bi gotina 'Yên pişta xwe dispêrin terorê û destekê didin wê berdêla wê bidin' re HDP'ê kirine hedefa xwe. Ji niha ve bi berfirehî HDP'yiyan digirin. Ev pêla girtinê nîşan dide ku êrîş di serî de li hemberî HDP'ê bi awayekî topyekûn li dijî hêzên demokrasiyê ye. Li pêşberî vê rewşê, hêvîkirina hestyarî û berpirsyariyê ji AKP'ê yan jî daxwaza terikandina vê yekê ji AKP'ê, ji bilî safîtiyê nayê ti wateyê.
'Ya ku divê were kirin bilindkirina têkoşîna azadiyê ye'
Bi tenê rêyek li pêşiya me ye. Ev yek jî; bi berfirehkirina tifaqên hêzên demokrasiyê re, li dijî gurûha çete û faşîst a Erdogan bilindkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Çawa ku di 2. Şerê Cîhanê de hêzên demokrasiyê bi dirûşma 'wê nikaribin derbas bibin' li dijî faşîzmê rabûn ser piyan û li ber xwe dan, divê hêzên demokrasiyê jî bi dirûşmeya demokratîkbûyîn û aştiya bingehîn, têkoşîna xwe xurt bikin. Bê guman li şûna gotinên aştiyê yên nedîtbar û dûrî hedefên polîtîk, esas girtina dirûşmeya demokratîkbûyîn, çareseriya pirsgirêka Kurd û aştiya mayînde, wê têkoşînê bigihîne asteke demokratîkbûyîn û çareserkirina hemû pirsgirêkan. Li ser vê bingehê, girîng e demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareserkirina hemû pirsgirêkan armanca bingehîn be. Têkoşîna hevpar a hemû hêzên demokrasiyê ya bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re, wê bibe garantî û nifteya serketiyê ya li dijî Tayyîp Erdogan û ekîba wî. Ji bo li rewşa papazekî di 2. Şerê Cîhanê de gotibû 'dema dor hate min, kesek nema min biparêze' careke din neyê rû nede, ya divê were kirin ev e. Li ser vê bingehê em bang li gelên xwe û hemû hêzên demokrasiyê dikin ku bêyî dereng bimînin, derhal têkoşînê bilind bikin."
(rc)