Ji KCD’ê banga pêşxistina berxwedanê
16:27
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - KCD’ê li hember operasyonên siyasî û leşkerî nerazîbûn nîşan da û got: “Ev rêyeke bi xwîn û kaotîk e.” KCD’ê li hember tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî bertek nîşan da û banga têkoşîna aktîf û hevpar kir.
Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)’ê têkildarî bomberdûmana li hember gerîlayan û operasyonên qirkirina siyasî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
'Dewletê refê xwe diyar kiriye'
Di daxuyaniyê de hat gotin ku piştî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di 4’ê Nîsanê de maseya muzakereyê qulipand û piştî wê êrîşên çeteyên DAIŞ’ê û bi tetîkkêşiya hêzên kontra li hember HDP’ê û gel, wek welêt herikandina ber kaosekê ye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, "Bi Komkujiya Kobanê û komkujiya hov a li Pirsûsê li hember ciwanên sosyalîst ên Tirkiyeyê pêk hat re Dewleta Komara Tirkiyeyê hem bûye atmosfera kaotîk û hem jî refê xwe diyar kiriye.”
Dewleta Tirkiyê di bin navê têkoşîna li hember çeteyên DAIŞ’ê de li hemberî hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê û Gelê Kurd operasyonên qirkirina siyasî û leşkerî destpê kiriye û deriyê pêvajoyeke ku komkujiyên nû bêne jiyîn vekiriye. Têkoşîna mafdar û rewa ya gelê Kurd bi koma terorê ya paşverû ya xwedîkirî re yek dîtin, tenê berevajîkirina vê hikûmeteke korsanwarî bikare bike. Dewleta Komara Tirkiye eger Tirkiyeyê û hikûmeta wê ya korsan difikire ku; pirsgirêka Kurd bi gefxwarinê, şantajê, tirsandinê, bi bêdengkirinê û tetikkêşiya hêzên kontra re bi komkujiyan çareser bike, bitepisîne, pêwîste temaşeyî pêkanînên hikûmetên ji beriya xwe bike."
'Em we hişyar dikin; Ev rê rêyekî bi xwîn û kaotîk e!'
KCD’ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, komkujî û operasyonên qirkirina siyasî, li gel vê duh li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê operasyonên hewayî hatine destpêkirin û dawî li pêvajoya agirbestê hatiye. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin, “Ji ber vê sedemê di girtina dest û çareserkirina pirsgirêkê de em ketine pêvajoyeke nû. Em dewleta Tirkiyeyê ji bo vegera ji vê polîtîkaya şaş û hesabên komkujiyê hişyar dikin û pêwîste tavilê jê vegere. Ev rê rêyeke bi xwîn û kaotîk e. Ev rê bi çi armancê hatibe çêkirin bila bê çêkirin rêya kaosê ye.”
‘Banga bilindkirina têkoşînê û yekkirinê'
KCD’ê ev bang li gelan kir û got, “Em bang li hemû gelê me dikin li her cihê ku lê berxwedanê bilind bikin, li hemberî vê hikûmeta paşverû parastina nirxên demokratîk, ji bo şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedixwînin têkoşîna çalak meşandinê. Em oldar, şoreşger, demokratên rast û dostên gelê me vedixwînin ji bo yekkirina têkoşînê. Wê Gelê Kurd bi ser bikeve, wê gelên Rojhilata Navîn qezenc bikin.”
(rc)