Êrîşî merasîma cenazeyê Gunay Ozarslan hate kirin

17:58

JINHA

STENBOL - Polîsan merasima cenazeyê Gunay Ozarslan ê ku di operasyona binçavkirina polîsan de hate kuştin a li Goristana Gaziyê asteng kirin. Li ser vê yekê girseyê ku çalakiya rûniştinê pêk anîn rastî êrîşa polîsan hatin.

Merasîma cenazeyê Gunay Ozarslan ê ku duh li navçeya Bagcilarê ya Stenbolê di encama operasyona polîsan de hate kuştin ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Cenazeyê Gunay ê ku bi dirûşma “Gunay Ozarslan bê mirin e” ve anîn Cemxaneya Gaziyê ji aliyê malbatên TAYAD û endamên Halk Cephesî ve hate pêşwazîkirin. Li vir ji bo kesên ku di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan rêz hate girtin û girse ber bi Goristana Gaziyê dest bi meşê kir ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîsên ku tax dorpêç kirin ji bo meşê destûr nedan. Girseya ku li ser vê yekê çalakiya rûniştinê pêk anîn jî rastî êrîşa polîsan hat.

(rc/ch)