Li Cizîrê ciwanek hat qetilkirin
08:31
JINHA
ŞIRNEX - Ciwanê binavê Abdullah Ozdal ê ku li Cizîrê bi guleya polisan bi giranî birindar bû û pişt re rakirin nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê û sewqî Nexweşxaneya Amedê kir di rê de jiyana xwe ji dest da.
Li taxa Yafesê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê polîsan xwest ku bi wesayîtên zirxî bikevin tax û êrîş li gel kirin. Di encama êrîşa polîsan de ciwanê bi nav Abdullah Ozdal (21) bi guleya polîsan a ji singê wî ket bi giranî birîndar bû. Abdullah piştî mudaxeleya yekemîn a li Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Amedê hat kirin. Abdullah dema ber bi Amedê ve dianîn di rê de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Abdullah piştî karên otopsiyê dê li Goristana Şehîd Bêrîvan a Cizîrê bê definkirin.
Her wiha demê Abdullah sevqî Nexweşxaneya Amedê kirin polisan bi bombeyên gazê êrîşî welatiyên li bexçeyê nexweşxaneyê dirawestan kirin.
(rc)