'Operasyon ne ji bo DAIŞ'ê li hemberî Kurd û şoreşgera ye'

09:57

JINHA

ÎZMÎR - Operasyonên ku pêktên di çapemeniya Tirkan de wekî ku li hember DAIŞ'ê ye tê nîşandan. Li hember vê yekê Parêzer Şenay Tavuz bertek nîşan de. Şenay got: "Termînolojîya zagona me dîtiye hemû tê binpêkirin. Ji bo wê jî qet hinceta nîşan nadin. Ev rewş ne zagoniye,bi temamî manevra siyasî dikin.

Hikûmeta AKP pîştî qetlîama Pirsûsê operasyonên li hemberî HDP'ê wekî ku 'li hember DAIŞ'ê operasyon dike xwe nîşan dide . Di operasyonê de li Stenbolê şoreşgera bi navê Gunay Ozarsal jî, ji aliyê polîsan ve hate înfazkirin. Ji bo operasyon û krîza ku tê jiyîn parêzerên ku li Îzmirê dijîn ji JINHA'yê re axifîn.

'Di operasyonan de bi taybetî ciwan tên binçevkirin'

Parêzer Şenay Tavuz da zanîn ku, operasyonên ku pêk tên li hemberî kurd û şorêşgera ye. Şenay wiha got: "Operasyon li dijî tevahî muxalîfan pêk tê. Lê di navberê de jî çend çeteyên DAIŞ'ê didin nîşandan. Bi vi ewayî wekî ku operasyon li dijî DAIŞ'ê dike didin nîşandan. Ev yek pir bi xetere. Ev rewş dijî zagonê ye. Jineke şoreşger di mala xwe de hate qetilkirin. Ji aliyê din ve me dît ku çawa çeteyên DAIŞ'ê digrin. Termînolojiya zagona me dîtiye hemû tê bînpêkirin. Ji bo wê jî qet hinceta nîşan nadin. Ev rewş ne zagoni ye,bi temamî manevra sîyasî dikin. Pêwîste kesên ku şer dixwazin em wan bidin rewastandin. Operasyonan de bi taybetî ciwan tên binçevkirin. Têkoşîna û enerjiya ciwana hedef digrin."

Seroka Şaxa Îzmirê a KHN'yê Şule Aslan Hızal got: "Piştî qetlîama em ketin pêvajoyeke nû. Di ve demê de berpisyartiyên nû dikevin ser milê me. Divê kes li hemberî erîşên faşîst xwe tenê nebîne. Operasyonên li hemberî şoreşgera û muxalîfa em wekî endamên Şaxa Îzmirê ya KHN'ê emê têkoşîna hevpar bidin meşandin. Sekretera Giştî ya KHN'ê Nergîz Aslan jî bal kişan li ser polîtikayên AKP'ê û got: "Em li hemberî erîşa devletê ne. Em bi guman in ku ev êrîş giran bibe. Dewlet şevekî de li hemberî saziyan dest bi êrîşê kir. Bi serda girtinan û cenazeyên ku tên revirandin carek din hatin salên 90'î. Ev yek hemû ji navendek taybêt tên rêvebirin. Pêvajoya aşitiyê red kir û rûyê şer derxist holê. Divê em hemû li hemberî faşîzmê bibin yek û têkoşîn bikin."

(pk/rc)