Jinên ciwan ji bo parastina cewherî amade ne

11:26

Bêrîtan Canozer / JINHA

AMED - Jinên ciwan ilhama xwe ji "Gûl û striyê " digrin û wê pêşenktiya parastina cewherî bikin. Endama Jinên Ciwan a Azad Hazal Aslan got: "Em nizanin ku emê çawa xwe li hemberî êrîşa biparêzin. Parastina cewherî tenê bi çekan pêk nayê. Ji bo ku jin xwe baş îfade bike, bi taybetî li hemberî zihnîyeta mêr ya dagirker emê xebat bimeşinîn."

Jinên Ciwan a Azad îlhama xwe ji gotinê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku dibêje " Eger gulek ji bo parastina xwe stirya wê hebe, wekî gelek xwe nikaribe biparêze wê demê ew gelê dê hebûna xwe wenda bike." Ji ber vê yekê jî, jinan komiteyên xwe ya parastinê avakirin. Endama Jinên Ciwan Hazal Aslan qetlîama Pirsûsê bibîr xist û got: "Ev êrîş hemû bi piştgiriya dewletê pêk tê û divê hemû kom parastina xwe bi xwe bike."

'Êrîş bi alîkariya dewletê pêk tê'

Hazal wiha pê de çû: "Herî dawî li Pirsûsê li hemberî 32 hevalên me êrîş pêk hat. Hemû jî ciwan bû bi taybetî ciwan hedef digrin. Ew kes ji bo ji nû va avakirina Kobanê çûn lê ev yek tirs xiste dilê wan. Dizanîbûn ku eger carek din Kobanê ji nûve bê avakirin wê tû hêz nekaribe hilweşîne. Me bi çavê xwe dîtin ku AKP'ê çawan piştgiriyê dide DAIŞ'ê, lê hinek hewirdor vê yekê nabînin. Sedema êrîş û wendakirin berhema vê yekê ye."

'Parastina cewherî tenê bi riya çekan ve pêk nayê'

Hazal diyar kir ku êrîşên dawî nîşan daye ku wan ji bo parastina cewherî tu tiştek nekiriye û ew jî dide windakirin. Hazal wiha got: "Em nizanin li hemberî êrîşa xwe biparêzin. Ev tenê ne jî teqîn û buyerên civakî bingeh digre. Divê li hemberî hemû êrîşên ku pêk tên mirov xwe biparêze. Jina ku ji aliyê bav, bira û mêr ve rastî tecevûzê û tundiyê tê pêwîste ew jî parastina xwe ya cewherî pêkbîne. Bi taybetî divê jin xwe biparêzin. Jin yê parastina çawa bikin? Ji bo parastinê amadekariye ke çawa bikin? Gel yê xwe çawa biparêze û parastina xwe bike? Ev yek jî mirajara perwerde û qursê ne. Em nikarin bibêjin çeka xwe hildin. Ji ber ku parastina cewherî ne tenê bi çekan wê pêkwere."

'Divê hemû kes parastina xwe pêşve bibe'

Hazal got: "Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dibêje' "Eger gulek ji bo parastina xwe stirya wê hebe, wekî gelek xwe nikaribe biparêze wê demê ew gelê dê hebûna xwe wenda bike". Divê hem gel hem jî jin vê gotinê ji bo xwe wekî nexşê rê bigre. Divê ji bo jina perwerdeya parastina cewherî bê dayîn,konferans bên li darxistin. Ev yek niha pir hewceye. Zarokên biçûk, kal û pîrên me divê parastina xwe bike. Bila perwerda tekvando û karetê bê dayîn. Bila jin bên ba hevdû û li ser parastina cewherî nîqaşan bikin. Pêşengtiya vê yekê jî emê wek Jinên Ciwan yên Azad bikin."

'Jinên ciwan divê zihniyeta desthilatdariyê nepejrîne'

Hazal axaftina xwe wiha domand: "li Kobenê pêşengtiya şorêşê jin dikin. Ev yek nîşanî me dide ku parastina cewherî çawa dide qezençkirin. Em nizanin di pêşerojê de çi li pêşya me heye. Em benda parastina kesî nesekinin û em parastina xwe bikin. bi taybetî jinên ciwan pergala ku ji bo me tê xwestin red bikin û li hemberî civaka zayend xwe biparêzin û divê tu caran zihnîyeta desthiladariyê nepejrînin."

(pk/rc)