Li Lîcê daristan dişewite

11:45

JINHA

AMED - Li gundê Hezan (Kayacik) a Lîcê şevê din agir bi çola dora gund ketibû her der kir xalî. Agir ji aliyê welatî û ekîbên îtfaiyê ve hat vemirandin.

Li gundê Hezan ya navçeya Lîcê a Amedê şevê din, firoka leşkerî maddeyek a şewatê avêt û di encamê de agir bi daristanê ket û şewat heya gundê Cînezur fereh bû. Ekîbên Îtfaiyê ji bo agir vemrînin xwe gihandin cihê buyerê lê ji ber ku daristan çal û xwar bû nekarîn mudaxele bikin. Li ser vê yekê şaredarî bi hoparloran anonsê welatiyan kir û daxweza alîkarî hat kirin. Welatî ji bo agirê daristanê vemrînin ketin seferberiyê û piştî xebatê çend saetan agir ket bin qontrolê.

(rc)