Kurdistaniyên Başûr wê ber bi Qendîlê ve bimeşin
12:50
JINHA
HEWLÊR - Bi armanca şermezarkirina bombardimankirina Qadên Parastina Medyayê îro wê ji bajarê Ranyayê ber bi Qendîlê ve meşek were li darxistin.
Ji ber êrîşa hewayî ya balafirên şer a Tirkiyê yên li ser heremên Parastina Medyayê pêkhatî ji bo şermezarkirina êrîşan li Herêma Kurdistana Federal dê çalakî were lidarxistin. Kurdistaniyên Başûr wê li bajarê Ranyayê bên ba hev û çalakiya meşê ber bi Qendîlê ve pêkbînin. Îro di saet 15.00'an de welatiyên bajarê Hewlêr, Kerkûk, Silêmaniyê û gelek bajarê din wê li navçeya Ranya a Silêmaniyê werin ba hev û ber bi Qendîlê ve bi rêbikevin.
Ji bo meşê bang li welatiyên Hewlêrê hat kirin. Cigira Hevseroka Tevgera Azadî Tara Hûsên wiha got: "Armanca vê meşê şermezar kirina bombebaran kirina Qendîl a ji aliyê balafirên şer ên Tirkiyê ve ye." Îro saet 15.00’an ji bajarokê Ranye yê girêdayî Silêmaniyê bi beşdariya welatiyên ji Silêmanî, Hewlêr, Kerkûk û navçeyên din ên başûrê Kurdistanê meşek ber bi Qendîlê ve tê lidarxistin."
(rc/ch)