Dayika Aşitiyê Rabîa Sagniç jiyana xwe ji dest da
13:25
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN- Dayika Aşitiyê û ya Şemiyê Rabia Sagnıç di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Rabîa Sagniç a Dayika Şemiyêye ku li Qada Galatasarayê her tim ji bo dadê nobetê digirt û her wiha endama Meclîsa Dayikên Aşitiyê bû di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Dayika Rabîa damezrênera Navenda Çanda Mezopotamya (MKM) ye û hevserê wê zimanzanê Kurdî û damezrênerê Ensitûtûya Kurd a Stenbolê Feqî Hûseyîn Sagniç jî di 2003'yan de jiyana xwe ji dest dabû. Dayika Rabîda di têkoşîna maf û azadiyê de li her qadî cihê xwe girtibû.
Derbarê mirina Dayika Rabîa Nunerê Komîteya Navnetewî ya Hemberî Windeyan (ICAD) a Tirkiyê daxuyaniyek niviskî da. Peyama ICAD'ê wiha ye: ''Ew wek peywirek her hefte li Qada Galatasarayê amade bû. Wek jinek Kurd li gor temenê wê yê pêşketî jî qet nedisekinî û di têkoşîna azadî û wekhevîyê de cihê xwe digirt. Ji bo vê jî em dibêjin têkoşîna wê, têkoşîna me ye, hêvî û daxwazên wê rêberê me ye jî. Em êşa malbat û gelê Kurd parve dikin û soza berdewamiya têkoşîna wê ya ji bo windeyan didin.''
Cenazeya Dayika Rabîa îro piştî bi merasîma ku li Goristana Karşiyaka were kirin dê were definkirin
(ch)